05:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Sûriye

    Sûriye: Welatên Rojavayî alîkariya terorê tercîh kirin

    © AFP 2017/ AMMAR SULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad ragihand ku di navbera welatên Rûsya û Sûriyê de kordînasyoneke bi bandor a rojane çêbûye, lê Welatên Rojavayî jî alîkarîyê didin terorê.

    Mîqdad ji Spûtnîkê re bal kişand ser hevkariya Rûsya-Sûriyê di têkoşîna dijî terorê de û got, "Bi saya piştevaniya Rûsyayê ya bo Sûriyê di vî warî de serkeftinên girîng hatin bidestxistin. Ya diduyan çareseriya siyasî ye. Em beşdarî hemû civînên navnetewî yên Cenevê bûn. Li vir zehmetiya ku herî zêde em pê re rûbirû bûne, dilnexwestina hin Welatên Rojavayî ya têkoşîna terorê ye. Wan tercîha xwe li ser alîkarîkirina terora ku tirs û felaket bi xwe re aniye kir."

    'BERPIRSÊ BELAVBÛNA TERORÊ YÊ HERÎ MEZIN AMERÎKA YE'

    Mîqdad herwiha îdia kir ku sedema hemû kêşeyên li herêmê daxwaza Welatên Rojavayî ya serwerîbûna kolonîyan e û da xuyakirin, berpirsê herî mezin ê belavbûna terorê Amerîkaye ku Washington li derveyî hiqûqa navndewletî tevdigere.

    'EM 23 SAZÎYÊN ALÎKARIYÊ YÊN NAVDEWLETÎ RE HEVKARIYÊ DIKIN'

    Wezîrê Sûriyê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve red kir û li ser hewldanên alîkariyên însanî jî diyar kir ku Hikûmeta Sûriyê bi 23 dezgehên navnetewî yên civakî re hevkarî kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    FSB: 2 alîgirên DAIŞê ku amadehiya êrişê dikirin, hatin desteserkirin
    Almanya: Divê YEyê fişara malî li Tirkiyeyê bike
    Trump: Em ê meseleya Koreya Bakur çareser bikin
    Barzanî: Dermanê birîna gelê kurd tenê serxwebûn e
    Hat îdiakirin ku Îsraîl gelek belgeyên nepen ên derbarê Mescîd-î Eqsayê de dizîne
    PYD: Leşkerên tirk neketine Kobaneyê
    Leşkerên Tirk yên eşkence dikirin, hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de