09:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    El Nusra - (El Qadîe)

    Milîtanên El Nusrayê ji herêma Libnanê vedikişin Idlîbê

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Milîtanên El Nusrayê yên ku li herêma Arsalê ya dikeve sîonerê Sûriyeyê û li bakurrojhelatê Libnaneyê, di çarçoveya hevpeymana bi hêzên Hîzbullah Libnanê re tevî malbatên xwe diçin Îdlîbê.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Hîzbullahê hatin wergirtin, Milîtanên El Nusrayê ya ku baskê El Qaîde ya Sûriyeyê ji ber operasyonên El Qaîdeyê neçar man ji herêma Arselê vedikişin.

    300 milîtanên El Nusrayê ku di nava wan de fermandar Ebû Malîk Tellî jî heye bi otobusan wê vekişine Idlîb a li ser sînorê Tirkiyeyê. Bi derxistina El Nusrayê ya ji Areselê re li Libnanê di deste El Nusrayê tu der namîne. Amerîka û dewletên Ewrûpayê ji Zêdebûna cîhadistan li Îdlîbê bi fikar in

    Ji despêka şer ve El Nusra ku li herêma Arselê hebû sînor bi mebesta çûnûhatinê bikardîanî.

    Operasyona Arselê, ji komên çekdar ên ku li bejahiya Arselê û di xeta Kalemûn û Filita ya girêdayî Sûriyeyê di 21ê Temuzê de bi tevkariya Artêşa Sûriyeyê operasyoneke mezin a leşkerî dest pê kiribû.

    HEJMAREK ZÊDE WINDAHIYÊN EL NUSRAYÊ ÇÊBIBÛ

    Hîzbullahê, di roja 6mîn a operasyonê ya ku li dijî El Nusrayê ya li dorhêla Arselê dabû destpêkirin de beşeke axê ku ji %90î kiribû bin kontrola xwe ku berê di deste El Nusrayê de bû. Di 27ê Temuzê de agirbest hatibû ragihandin. Herwiha di 6 rojên ku şer berdewam bu de hejmarek zêde windahiyên El Nusrayê çêbibû.

    Li gorî peymanê, milîtanên El Nusrayê bi malbatên xwe re dê vekişin bajarê Îdlîbê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê. Beramberî vî jî milîtanên El Qaîde yên ku ji aliyê El Nusrayê ve hatine revandin, dê werin berdan. El Nusrayê eşkere kiribû ku 8 endamên Hîzbullahê di destê wan dene, lê Hîzbullah ragihandibû ku zêdetir endamên wan di destê El Nusrayê de ne. Herwiha dê pevguhertina cenazeyan jî dê çêbibin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Hewldanên parastina ji êrişan ya El Nusrayê lîstikeke xetereye
    Artêşa Sûriyeyê êrişa El Nusrayê şkand
    Rûsya: Em dipên ku dijberiya çekdar alîkariyê bide ji bo cihên El Nusrayê bên tesbîtkirin
    Rûsya: Li nêzîkî Helebê biryargeha El Nusrayê hat tunekirin
    "Hindik ma ye ku Rûsya Tirkiye û Îran herêmên di bin kontrola El Nusrayê de ne kifş bikin"
    Etîketan:
    vekişîn, milîtan, Sputnik, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de