08:21 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Efrîn - Sûriye

    ‘Rêvebiriya Rojava dîroka hilbijartinê diyar kir'

    © REUTERS/ Mahmoud Hebbo
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 5610

    Li Rojava li herêmên di jêr destên kurdan de hat diyar kirin ku hilbijartinên şaredarî û meclîsên herêmî dê di payizê de werin lidarxistin.

    Daxuyanî roja Şemiyê li ser medyaya civakî hat belavkirin.  Li wê herêmê serwerî di destê Hêzên Surîyeya Demokratîk de ye ku, beşa wê ya mezin YPG pêktîne. Îhtîmala ku kurdên herêmê birêveberiya xwe ava bikin, Tirkiyeyê aciz dike.

    DI MEHA ÇÎLE DE WÊ JI BO HEMÛ HERÊMÊ HILBIJARTIN WERIN LIDARXISTIN

    Li gor ku Reutersê ragihandiye birêveberekî kurd, di daxuyaniya ku bi rêya medyaya civakî kiriye de gotiye: "ji bo civakên herêmî di mehên havînî de, ji bo birêveberên şûnwarên mezintir jî di meha mijdarê û ji bo hemû herêmê jî di meha çîle de wê hilbijartin werin lidarxistin."

    Li gor daxuyaniyê, dîroka hilbijartinan û rêbazên deng danê, ji aliyê yekîneyeke ve hatin diyar kirin ku ji bo damezrandina saziyên birêveber û pêkanîna amadekariyên hilbijartinê di meha berfenbarê de hatiye avakirin

    Bi heman mijarî:

    LGBTÎyan li Rojava li dijî DAIŞê yekîneyek ava kir
    Li Rojava akademîsyenek hat kuştin
    ‘Rewşa 2 rêveberên PDK-Sê li girtîgehên Rojava di metirsiyê de ye’
    Fermandarê HSDê: Amerîka li Rojava navendeke din a leşkerî ava dike
    HSDê taxên rojava dorpêç kirin, DAIŞ jî êrişî noqteyên kontrolê dike
    Etîketan:
    Diyarkirina dîroka hilbijartinê, HSD, YPG, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de