17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Şerê çekdarên kurd û milîtanan gur bû: 29 kuştî

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 26850

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ji aliyê çekdarên HSDê ve bi hemû hêza xwe didome. Di şer û pevçûnên çend seetên dawî de 29 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî li taxa Nezlit Şihadê ku piraniya wê ji aliyê HSDê ve hatiye rizgarkirin, çekdarên HSDê li hemberî DAIŞê dest bi êrişê kirin. Di encama êrişan de 8 milîtanên terorîst hatin kuştin û pêşveçûna HSDê li taxê dewam dike.

    Ji aliyê din ve li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê bajêr jî, di encama xebatên paqijkirina derdora mizgefta El-Mene de 6 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin. di lêgerînê de tuneleke terorîstan jî hat dîtin. Li taxa Deriyê ya dikeve rojavayê bajêr jî 3 terorîst û li taxa Nehda ku şervan nû derbasî wê bûne jî 2 terorîst hatin kuştin.

    Herwiha li bakur rojhilatê bajêr jî terorîstan hewl dan êrişî noqteyên rizgarkirî yên li taxa Rewda bikin. di encama şerê wir de 6 DAIŞî hatin kuştin. Li gorî agahiyan di şerê Reqqaya Kevn de jî 3 terorîst hatin kuştin û yek ji wan fermandarê DAIŞê ye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Reqqa heta 3 mehan azad dibe’
    Rêya navbera Reqqa û Şamê hat kontrolkirin
    Piştî Reqqa bikeve, kî dê li wê derê bimîne?
    HSD: Rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de hat qutkirin
    'Barzanî ji bo Reqqa, Şingal û statûya Kurdistanê hat Tirkiyeyê'
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Operasyona kontrolkirina Reqqayê, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de