23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Milîtanan êrişî noqteya kontrolê kir: 16 kuştî

    © AP Photo/ Jake Simkin, File
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 23720

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêza xwe didome. Di şer û pevçênên çend seetên dawî de 16 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ji aliyê çekdarên HSDê ve hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî operasyona kontrolkirina Reqqayê bi pêşveçûna çekdarên HSDê li herçar aliyên bajar didome û xetên parastinê yên terorîstên DAIŞê têne şikandin. Li taxa Nezlit Şihadê ya dikeve başûrê bajêr çekdarên HSDê gihîştin derdora dibistana Sadiq.

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li taxa Nezlit Şihadê êrişî noqteya kontrol a çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin. Di encama êrişa terorîstan de 12 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û cenazeyên wan tevî cebilxaneyan ketin destê çekdaran. Herwiha 2 wesayîtên DAIŞê yên doçika li ser barkirî jî hatin rûxandin.

    Ji aliyê din ve li taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê bajar jî, 2 emîrên DAIŞê di avahiyên bilind de hatin kuştin, li taxa Rewda jî 2 terorîst hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Reqqa heta 3 mehan azad dibe’
    Rêya navbera Reqqa û Şamê hat kontrolkirin
    Piştî Reqqa bikeve, kî dê li wê derê bimîne?
    HSD: Rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de hat qutkirin
    Erdogan: Piştî El Babê, Minbic û Reqqa tên
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de