11:05 20 Tebax 2017
Zindî
    YPG-

    Dijberiya Sûriyeyê ji bo YPGê têkeve 'lîsteya terorî' serî li NYê da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9104

    Koalîsyona Neteweyî a Hêzên Muxalîf û Şoreşeger (SMDK) ji bo ku Hêzên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bikevin lîsteya rêxistinê terorî serî li Konseya Ewlehiyê a Neteweyên Yekbûyî (NY) da.

    Hikmet Durgun

    HSD
    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Dijberiya Sûriyeyê hatin bidesxistin Koalîsyona Neteweyî a Hêzên Muxalîf û Şoreşeger (SMDK) ji bo YPG, bikevin lîsteya rêxistinê terorî serî Neteweyên Yekbûyî dane.

    ‘EM PYDê QETIYEN WEKÊ NÛNERÊ KURDAN NABÎNIN'

    Cîgirê serokê SMDKê Abdurahman Mustafa ji Sputnîkê re axifî û got: "Ji bo ku YPGê têxin nav lîsteya rêxistinên terorî berî bi çend rojan me wekî SMDKê serî li NYê da. Serlêdan ji aliyê serokê ofîsa hiqûqê a SMDKê ve hate kirin. Nivîseke ku ji aliyê serok ve hatiye nivîsîne. Berî bi çend rojan serî lê da. Di nivîsa serîlêdanê de "milîsên kurd" dinivîsin. Em wê yekê na pejirînin. Di nava wê nivîsê de çend gotinên nexweş hatine kirin. Em wekî SMDKê helbet vê napejirînin. Em qetiyen PYDê wekî nûnerên kurdan nabînin. Em PYDê wekî şaxekî PKKê dibînin.

    ‘PYDê LI REQAYÊ Û GIRÊ SPÎ DEMOKRAFIYÊ GUHERAND'

    Mustafa wiha pê de çû: "Em PYDê wekî rêxistina terorî dibînin, diyarkir ku ji ber vê yekê PYD têkeve lîsteya rêxistinên terorî. Herwiha Mustafa PYDê bi totalîteriyê tawanbar kir û got: "PYDê li Reqa û Girê Spî demografiyê guherandiye û mafên mirovan binpêkirine û ev mijar jî, ji aliyê Rêxistina Efûyê ve hatine tomar kirin.

    SMDK a ku wekî rêxistina sîwanî a dijberiya Sûriyê tê dîtin, di sala 2012an de li Doha ya paytextê Katarê hatibû damezrandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Hêviyên xwe bi YPGê ve girêdane
    Derhênerê navdar Fatih Akin fîlma YPGê amade dike
    Amerîkayê çekên giran û wesayîtên zirxî yên nû ji YPGê re şandin
    Artêşa Tirkiye êrişî çeperên YPGê dike
    Erdogan bo guhertina navê YPGê daxuyanî da
    Fermandarê Amerîkî: Me xwest, YPGê piştî rojekê navê xwe guhert
    Etîketan:
    terorî, lîste, YPG, Sputnik, Abdurahman Mustafa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de