23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Sînorê Lubnanê û Sûriyê

    Artêş û Hizbullahê herêmên sînorî yên Lubnanê kontrol kirin

    © Sputnik/ Morad Saeed
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Artêşa Sûriyê û Hizbullahê hin herêmên rojhilatê Çiyayên Kalamûn ên sînorê Lubnanê ji rêxistina Fetîh el Şamê anku bi navê berê Cephet el Nûsrayê paqij kir.

    Hat zanîn ku operasyonên serkeftî yên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê hiştiye Fetîh el Şam li
    wan herêman têk biçe.

    Fermandarekî qada şer ê artêşa Sûriyê ji Spûtnîkê re ragihand, şikandina parastina terorîstan û û derxistina wan ji çeperan di nav 24 demjimêran de pêk hatiye.

    Endamê Polîtburoya YNKê, Seidî Ehmed Pîre
    © Foto: Public Domain - PUK Media
    Fermandarê Sûriyeyî diyar kir, di encama operasyonê de ziyaneke mezin gihandin terorîstan û kontrola rêyên navçeyên Ersal û Curud-Flîtayê ku ji Lubnanê sewqiyata çekan dihat kirin, hatiye bidestxistin.

    Wî fermandarî da xuyakirin, di operasyonên li herêmê de, 70 milîtanên Fetîh el Şamê hatine kuştin û qadeke bi qasî 36 kîlometrayan jî hatiye bidestxistin.

     

    Bi heman mijarî:

    Niştecihên Fua û Kefrayayê bi xeyala gezik nan dijîn
    Artêşa tirk gundên Efrînê topbaran dike
    Bexdayê ji bo referandûmê ji YNKê daxwazek kir
    Artêşa Sûriyê li Hûmsê derb li terorîstan xist
    Li Stenbolê bobelat: Teyrok barî, lehî rabûn, birûsk ket...
    Etîketan:
    Lubnan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de