09:47 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Sûriyê li Helebê

    Artêşa Sûriyê li Hûmsê derb li terorîstan xist

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Hat ragihandin ku Hêzên Çekdarên Sûriyê rêyeke diçer bi ser Deyr ez Zorê ku xwedî girîngiyeke mezin e girtine û bajarê as-Suhnah jî dane bere topan.

    Fermandarekî qada şer ê Artêşa Sûriyê ji Spûtnîkê re ragihand, leşkerên Sûriyê gelekî nêzîkî bajarê as-Suhnahê bûne û hewil din 8 kîlometrên dawî derbas bikin.

    Wî fermandarî got, hêzên hewayî û yekîneyên toqxaneyan rê li ber pîyadeyan vekirine û têkçûna terorîstên ku ji as-Suhnahê direvin Deyr ez Zorê nêzîk e.

    Herwiha hat ragihandin ku leşkerên Sûriyê li herêma navbera Hûms, Deyr ez Zor û Reqayê dest bi hicûmê kirine.

    'BI DEHAN MILÎTAN HATIN KUŞTIN'

    Çavkaniyeke din a leşkerî jî ji Spûtnîkê re diyar kir, ‘Artêşa Sûriyê doh bi piştgiriya hêzên hevalbend li rojhilatê Hûmsê gundê el Bagliya kontrol kir. Bi dehan milîtan hatin kuştin û çend wesayîtên wan jî hatin ruxandin."

    Rayedarî Sûriyeyî bi bîr xist ku rizgarkirina gundê el Bagiliya piştî kontrolkirina herêmên qadên petrolê pêk hatiye.

    Hêzên Artêşa Sûriyê ji 5 hêlan ve operasyona kontrolkirina herêma rojhilatê Hûmsê û Çola Sûriyê berdewam dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê amerîkî: Eger Trump fermanê bide ez ê bi moşekên nukleerî li Çînê bixim
    Li Stenbolê bobelat: Teyrok barî, lehî rabûn, birûsk ket...
    Şandeya YNKê serdana Tevgera Goran kir
    Pûtînî ji bo çareseriya Sûriyeyê giringtirîn peywir eşkere kir
    Îran bi serkeftî moşeka bi navê Sîmorghê ceriband
    Li 25 herêmên Colemêrgê qedexe hat ragihandin
    Pûtîn: Nirxandina xebatên Trump ne karê Rûsyayê ye
    Pûtîn: Hevkarîya bi Çînê re ji bo welatên sêyemîn nehatîye arestekirin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de