08:20 19 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9620

    Operasyona kontrolkirina Reqayê ku HSDê bi pêşengiya YPGê dabû destpêkirin bi hemû dijwariya xwe didome. Hat ragihandin ku HSDê nîvê bajêr ji DAIŞê pakij kirine. Berpirsê Çapemenî yê HSDê Mustafa Balî ji Sputnîkê axifî û got: "Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqijkir û li bajêr şerekî dijwar berdewam dike."

    Hikmet Durgun

    Li gor agahiyên ku ji rayedarên HSDê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza serekeye hatine bidestxistin, di operasyona Reqayê de şer û pevçûn pir dijwar bûne. Ji ber êrişên DAIŞê yên bi wesayîtên bombebarkirî gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Herwiha şervanên HSDê ji ber jiyana sivîlan nexin xetereyê bi baldarî tevdigerin

    ‘DAIŞ BI WESAYÎTÊN BOMBEBARKIRÎ ÊRÎŞÎ HSDê DIKE'

    Ji roja ku operasyona Reqa destpêkiriye heya niha 9 taxên bajêr ji DAIŞê hatine stendin. Ji %50 bajêr niha di destê HSDê de ye. Herwiha bi tevahî 27 taxên bajarê Reqayê hene û niha jî li 5 taxan şer di navbera HSDê û milîtanên DAIŞê de berdewame. Li taxa Reqaya Kevn, taxa Berîd, û taxa Nezlet Şehade şer berdewame. Hêzên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike, ji jor ve çeperên DAIŞê bombebaran dikin. Li aliyê din ve jî leşkerên Amerikayê ji erdê ve bi topan alîkariya HSDê dikin.

    Berpirsê Çapemeniyê ê HSD Mustafa Balî ji Sputnîkê axifî û got: "Li gelek taxên Reqayê şer berdewame. Teqîn çêdibin. DAIŞ bi wesayitên bombebarkirî êriş pêk tîne. Tunelan dikole. Di encamê pevçûnan de şehîdên me çêdibin. Gelek tax hatin stendin. Heya niha ji %45-50 Reqayê me ji DAIŞê paqijkir. Nîvê bajêr nebe jî me nêzî nêviyê we rizgarkiriye."

    Bi heman mijarî:

    HSDê: Yekîneya LGBTÎyan nehatiye avakirin
    Koalîsyona navneteweyî balafiran dide HSDê
    Amerîkayê hejmara şervanên HSDê eşkere kir: Di salekê de qat bi qat zêde bûn
    Fermandarê HSDê: Amerîka li Rojava navendeke din a leşkerî ava dike
    HSDê kontrola kampa perwerdehiyê ya DAIŞê bidestxist
    Etîketan:
    sivîl, operasyon, DAIŞ, YPG, Sputnik, Mistefa Balî, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de