07:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Tankên artêşa Tirk

    Topbarana artêşa tirk ya li ser Efrînê dewam dike, tankên tirk sînor derbas kirin

    © Foto: Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 71 0 0

    Hate ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê careke din dest bi topbarana li ser gundên Kantona Efrînê kiriye. Herwiha hat îdiakirin ku hejmarek tank ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Til Malid bûne.

    Artêşa Tirkiye û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ji saetên nîvro de bi doçikayê dest bi topbarana li ser girê Şehîd Şîlan ê li gundê Celemê ya girêdayî navçeya Cindirêsê û gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa, kirin.

    Li gorî îdiakirina ajansa ANHAyê ku zanyariyên xwe spartin çavkaniyên herêmî yên ji Şahbayê diyar kir ku îro saet di 15.30an de hejmarek tank ji aliyê Tirkiyê ve derbasî bajaroka Til Malid a ku di bin kontrola komên ku Tirkiye piştgiriya wan dikede ye, bûne.

    Ev demeke ku topbarana Artêşa Tirkiyeyê û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li ser gundên Efrînê û herêmên Şahbayê dewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    'Topbarana Tirkiyê ya ser Efrînê berdewam dike'
    Li ser sînorê Efrînê sewqiyata leşkerî
    Rêzan Hiddo: Tirkiye li dora Efrînê baregehên leşkerî ava kirine
    Di topbarana artêşa Tirkiyeyê ya ser Efrînê de 5 welatî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    tirk, tank, topbaran, Ajansa ANHA, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de