05:41 23 Cotmeh 2017
Zindî
    El Nusra - (El Qadîe)

    'Dibe ku Tirkiye leşker bişîne Idlîbê û mudexaleyî El Nusrayê bike'

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 6810

    Hukmê El Nusrayê li Bajarê Surî Idlibê nêzî sînorê Tirkîyeyê zêde dibe. Cîgîrê Partiya Herekata Netewperwer ya Turkmenan a li Suriyê Tarik Silo ragihand ku, "Dibe ku Tirkiyê leşkerên xwe bişîne bajarê Idlîbê ya Sûriyeyê û mudaxaleyî El Nusrayê bike."

    Hikmet Durgun

    Li gorî zanyariyê ji Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatiye bi dest xistin li bajarê bakurrojhelatê Suriyeyê Idlîbê di navbera Heyetî Tahriru Şam (HTŞ) a ku pêşengiya wê El Nusra dike û Ahraru Şam a ku ji aliyê El Kaideyê ve hatiye damezirandin de dem bi dem şer dewam dikin û êrîşên bombeyî rû didin. Tê axaftin ku Tirkiye mudaxaleyeke leşkerî li dijî El Nusrayê ya li Îdlîbê bide despêkirin.

    Bajarê Idlîb ji ber ku li ser sînorê Tirkiyeyê û di heman deme de nêzîkî Efrîn a di destê YPGê de û Lazkiyeya ku nêzîkî Halebê ye herêmeke stratejik e.

    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahîm Kalin got: "Heye ku leşkerên tirk li Idlîb a ku di çarçoveya herêma bêşer de ye bi cî bibe. Dibe li herêma Idlîbê bi giranî em û Rûsan, li dorhêla Şamê bi giranî Rûsya û Îran, li başur, li herêma Derayê yê mekanîzmayeke ku urdûnî û amerîkî tê de cî bigirin li ser tê xebitîn''

    'DIBE TIRKIYE LEŞKERAN BIŞÎNE ÎDLÎBÊ Û MUDEXALEYÊ BIKE'

    Cîgirê Partiya Herekata Netewperwer ya tirkmenan a li Suriyê Tarik sulo ji Sputnîkê re axivî û ragihand ku Tirkiye derbarê Idlîbê de li hemberî El Nusrayê dê bêdeng nemine û wiha pê de çû ‘'Dibe Tirkiye leşkeran bişîne Idlîbê û dest bi mudaxeleyê bike. Hewcedarî pê hebe dê Trikiye mudaxele bike. Berevajî vê dibe ku hîç encamên ku naxwaze re rû bir û bimîne. Tirkiye mimkûn nîne ku li hemberî wê herêmê (Idlîb) bêbertek bimîne. Eger El Nusra li Idlîbê bimîne di demên pêş de dibe ku bi mudaxaleyekê navnetewi re rû bi rû bimîne. Ji ber vê mudaxaleyê dibe ku Tirkiye bloka Amerîkayê û Rûsya re li hemberî xwe bibîne. Dibe ku Amerîka bi YPGê, Tirkiye bi ASAyê û Rûsya bi hêzên rejîmê mudaxaleyî Idlîbê bike û ji ber hindê ev teref bêne hemberî hev.

    'TIRKIYE NAXWAZE EL NUSRA LI ÎDLÎBÊ BIMÎNE'

    Cevizcî da zanîn ku Tirkiye El Nusrayê weke rêxistineke terôrî dibine û naxwazê wê li Idlîbê bibîne. Dîsa Cevizcî daxuyand ku Tirkiye li hemberî El Nusrayê piştgiriyê dide Ahraru Şamê. Milê El Kaideyê yê li Suriyeyê El Nusra di listeyên Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka, Rûsya û Tirkiyeyê de di ‘'Listeya Rêxistinên Terorî'' de cî digire. Idlîb di Adara 2015an de rêxistinên cîhadîst ên weke El Nusra, Ahraru Şam û yên din ve hatibû dagirkirin. Idlîb li Suriyeyê tekane bajarê ku destê cîhatîstan de ye.

    Bi heman mijarî:

    VÎDYO - Rûsya, li Hema, Idlîb û Himûsê li çeperên DAIŞê da
    Muxalîfên Sûriyeyê: El Nusra û DAIŞ di agirbestê de tine nin
    Kuştina Karlov, Fetîh El Şamê girt ser xwe ku navê wê yê berê El Nusra bû
    Lavrov: El-Nusra xelkê rojhilatê Helebê rehîn digire
    Etîketan:
    terorî, rêxistin, YPG, El Nusra, mudaxale, Sputnik, Tarik Sulo Cevizci, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de