09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Şerveaneke kurd ya YPGê

    Tunela milîtanan hat rûxandin: 22 kuştî

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 17550

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ji her 4 aliyan ve bê navber didome. Terorîstên DAIŞî xwestin bi tunelan rê li ber çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bigrin. Hemû milÎtan hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêza xwe dewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmî di çend seetên dawî de22 milîtan hatine kuştin, cenaze û cebilxaniyên wan ketin destê çekdaran û wesayîteke bombebarkirî jî hatiye îmhakirin.

    Herwiha li taxa Nezlet grûpeke terorîstan ku ji 11 milîtanan pêk dihat xwestin bi riya tunelekê çekdarên HSDê dorpêç bikin. Milîtanên terorîst hatin ferqkirin û rastî bersiveke tund hatin. Ew milîtan hemû di tunelê de hatin kuştin. Li taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê bajar jî, li derdora çerxerêya Idîxar şer berdewame. Di şer û pevçûnên li wir de jî heya niha 8 DAIŞî hatine kuştin û wesayîteke bombebarkirî îmha kirin.

    Li derdora mizgefta Etîq a li taxa Reqaya Kevin a ku dikeve eniya Rojhilat di navbera çekdar û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer derket û 2 jê fermandar 3 DAIŞî hatin kuştin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    Operasyona Reqayê, DAIŞ, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de