23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG - HSD - OPERASYON

    Êrişa DAIŞê hat şkandin: Fermandar jî di nav de 19 DAIŞî hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 1620

    Êrîşa terorîstên DAIŞê ya bi du erebeyên bombebarkirî ji aliyê şervanên HSDê ve hat şikandin û di nav de du fermandar û du sekvan 19 DAIŞî hatin kuştin.

    Milîtanên DAIŞê
    © AP Photo/ AP Photo via militant website, File
    Ji şevê din ve li taxa Nezlet Şihadê ya dikeve başûrê Reqayê, şerê di navbera şervanên HSDê û terorîstên DAIŞê dewam dike.

    Milîtanên DAIŞê îro di saetên sibehê de bi du erebeyên bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanên HSDê yên li heman taxê kirin û hewl dan pêşveçûna wan asteng bikin. Herdû erebe ji aliyê HSDê ve hatin rûxandin û şerekî dijwar rû da.

    Di encamê de du fermandar, du sekvan û 15 milîtan hatin kuştin. Hate eşkerekirin ku şerê li taxê dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    El Nûsrayê li meydanê li pêşberî gel milîtanên DAIŞê înfaz kirin
    ‘Wezîrê Şer ê DAIŞê Ubedî hat tunekirin’
    Bizavkarê Êzidî: 1700 kes bi kirîna ji bazarên DAIŞê yên koleyan hatin rizgarkirin
    Li wî bajarê Tirkiyê operasyona DAIŞê: 5 kes hatin binçavkirin
    Sûriyê li Reqayê li DAIŞê xist
    Etîketan:
    êriş, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de