17:49 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Cebhet el-Nusra

    El Nûsrayê li meydanê li pêşberî gel milîtanên DAIŞê înfaz kirin

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 8400

    Rêxistina Fetih El Şam (El Nûsra) li bajarê Idlîb ê Sûriyeyê bi tohmeta ku êrişên bombeyî kiribûn milîtanên DAIŞê li meydanê li pêşberî gel înfaz kirin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina Fetih El Şam bi tohmeta ku hefteya borî li bajarê Idlîbê çend êrişên bombeyî organîze kiribûn 2 milîtanên DAIŞê li meydanê li pêşberî çavê gel bi guleyan înfaz kir. Milîtanên DAIŞê ku li meydana Ziraet a Idlîbê dest û çavê wan hatibûn girêdan her yek bi guleyan hatin înfazkirin.

    El Nûsra
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    El Nûsra

    El Nûsra vîdyoya infaza milîtanên DAIŞî li ser medya civakî parve kir û îşareta înfazên nû da. El Nûsra hefteya borî rêxistina DAIŞê ji teqînên bajarê Idlîbê berpirsyar girtibû û 120 milîtanên wê girtibû.

    DAIŞ di sala 2013an de ji El Nûsrayê veqetiya bû û heta niha gelek êrişên bombeyî li hemberî wê pêk anî ne.

    Bi heman mijarî:

    120 terorîstên Fetih el Şam (El Nûsra) li Şamê hatin kuştin
    Zaxarova: DAIŞ û El Nûsra li Sûriye û Iraqê çekên kimyewî bikar tînin
    Rûsya: 10 rêxistinên di lîsteya agirbestê ya DYA de, bi DAIŞ û El Nûsra re hevkariyê dikin
    Lavrov: Ger ku El Nûsra dev ji îhlalan berde em dikarin agirbestê dirêj bikin
    Çurkîn: El Nûsra ji Helebê dernekeve wê rastî encamên tund bê
    Etîketan:
    Milîtanên DAIŞê hatin înfazkirin, Fetih El Şamê (El Nûsra), Idlîb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de