17:47 17 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Bi wesayîtên bombekirî êrişî noqteyên kontrolê kirin: 35 milîtan hatin kuştin

    © AP Photo/ Vivian Salama
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 53040

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo rê li ber pêşveçûna çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bigrin bi wesayîtên bombebarkirî êrişên noqteyên kontrolê kirin.

    Çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li 3 taxên bajarê Reqqayê pêşveçûna xwe didomînin. Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo rê li ber pêşveçûna çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bigrin bi wesayîtên bombebarkirî êrişên noqteyên kontrole dikin, lê çekdarên HSDê berî ku 4 wesayîtên bombekirî bigihîjin noqteyê îmha kirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî ji sedî 90ê taxa Hişam bin Ebdulmelik hatiye rizgarkirin. Terorîstên DIAŞî xwestin rê li pêşiya pêşveçûna çekdaran bigrin. Terorîstan bi 3 grûpên xwekuj û du erebeyên bombebarkirî êrîşî noqteyên kontrolê kirin. Êrîş bi temamî hat şikandin, herdû wesayît hatin îmhakirin û 19 milîtan hatin kuştin.

    Herwiha li taxên Berîd terorîstan bi du grûpan û du wesayîtên bombebarkirî êrişî noqteyên kontrolê kirin. Çekdaran wesayît îmha kirin û terorîst hatin kuştin. Li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajêr jî milîtanên DAIŞî bi 3 grûpan ku di nav wan de xwekuj jî hebûn êrşî noqteyên kontrolê kirin. Êriş hat şikandin, 11 terorîst hatine kuştin û wesayîteke çekgilgir a DAIŞê jî hat rûxandin.

    Bi heman mijarî:

    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, Milîtanên rêxistina DAIŞê, Çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de