23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG - Hesekê

    Li Rojava akademîsyenek hat kuştin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 165 0 0

    Rewangeha Aşûrî ya Mafê Mirovan ragihand, grûpeke nenas akademîsiyenê Aşûrî Dr. Ilyas Kifarkîs Ishaq ku berpirsê fakulteya Endazyariya (Muhendisiya) çandiniyê bû li zanîngeha Firat a Hesekê, hat revandin û piştî sê rojan cenazeyê wî hate dîtin.

    Cenazeyê Dr. Ilyas Kifarkîs Ishaq li ser riya navbera Hesekê û bajarokê Til Temirê hat dîtin ku cihên guleyan di sere wî de hebûn.

    Rewangeha Mafên Mirovan, hikumeta Sûriye û Rêveberiya Xweser a Rojava li hember kuştina wî kesê aşûrî weke berpirsyar nîşan da û daxwaz kir, kesên tawankar were eşkere kirin.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev tawan nimûneyeke ku pêkhateya Aşûrî li Sûriyê dibe armanc û hewl tê dayin ku ji axa xwe ya dîrokî were dûrxistin.

    Dr. Ilyas Ssihaq ji gundê Til Şamîran a ser bi Til Temirê ve ye û doktora ji zanîngeha Buznan a Bolonyayê wergirtiye û du zarokên wî hene.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê hejmara şervanên HSDê eşkere kir: Di salekê de qat bi qat zêde bûn
    Malikî: Em dixwazin hêzeke leşkerî ya berçav a Rûsyayê li Iraqê hebe
    Erdogan bersiv da Amerîkayê: Tercîha xwe em dikin
    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    Bizavkarê Êzidî: 1700 kes bi kirîna ji bazarên DAIŞê yên koleyan hatin rizgarkirin
    Li wî bajarê Tirkiyê operasyona DAIŞê: 5 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    ROJAVA, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de