18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Amerîkayê çekên nû ji YPGê re şand

    Amerîkayê çekên giran û wesayîtên zirxî yên nû ji YPGê re şandin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20770

    Amerîkayê di çerçoveya operasyona Reqayê de çekên giran û wesayîtên zirxî ji HSDê re ku hêza sereke ji YPGê pêk tê re şand. Rayedarekî HSDê ji Sputnikê re axivî û ragihand ku Amerîka çekên giran û wesayîtên zirxî ji wan re şandine û di demên dawî de alîkariya Amerîkayê bo wan zêdetir bûne, hema hema her roj alîkariya leşkerî ji wan re dişine.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji Yekîneya Parastin a Gel (YPG) pêk tê, hatin wergirtin di demên dawî de Amerîka hema hema her roj alîkariya leşkerî bo HSDê dişine.

    ‘HEMA HEMA HER ROJ AMAERÎKA ÇEKÊN GIRAN Û WESAYÎTÊN ZIRXÎ JI ME RE DIŞÎNE'

    Rayedarekî HSDê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku çekên giran û wesayîtên zirxî ku Amerîkayê bo wan şandine, doh êvarê gihîştine deste wan û got: "Amerîkayê di çerçoveya operasyona Reqayê de çekên giran û wesayîtên zirxî ji me re şand. Çek û wesayîtên zirxî ji ser Herêma Kuridstanê ve ji Deriyê Sînor Semelkayê ve derbasî Rojava bûn. Ji wir jî bi TIRan derbasî Reqayê hatin kirin. Çek û wesayît bi 190 TIRan hatin. Amerîka di 10 rojên dawî de hema hema her roj ji mere çekên giran û wesayîtên zirxî dişine. Amerîka ji bilî çekên ku ji me re dişine sewqiyata leşkerî bo baregehên leşkerî ku ji xwe re li herêmên di bin kontrola me de ne, avakirine jî dişinin. Li Rojava 8 baregehên leşkerî û 2 baregehên hewayî yên Amerîkayê hene. Sewqiyata leşkerî bo ewlehiya wan baregehan tên kirin. Sewqiyata leşkerî caran bi helîkopteran pêk tên. Hewcedariya me bi alîkariya leşkerî ya Amerîkayê heye, lewre em bi rêxistina herî hov a li Cîhanê re şer dikin. Gelek çekên giran û wesayîtên zirxî di destê DAIŞê de hene. Divê çekên wiha di desten me de jî hebin."

    Amerîkayê çekên nû ji YPGê re şand
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Amerîkayê çekên nû ji YPGê re şand

    Bi heman mijarî:

    'Balafirên şer ên tirk çeperên PKKê û YPGê bombebaran kirin'
    Amerîka 140 tir wesayîtên leşkerî ji YPGê re şandin
    Erdogan: Gef ji YPGê were, em ê tevî Artêşa Azad operasyonê bikin
    YPGê li dijî Tirkiyeyê û dijberiyê amadekariyan dike
    Fermandarê Amerîkî: Me xwest, YPGê piştî rojekê navê xwe guhert
    Etîketan:
    wesayît, çek, YPG, Sputnik, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de