09:05 18 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Şer û pevçûn giran bûn, di çend seetan dawî de 14 milîtan hatin kuştin

    © AFP 2017/ Yasin Akgul
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 11410

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ku ji aliyê çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû destpêkirin bi hemû hêz û dijwariya xwe didome.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ku ji aliyê çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû destpêkirin bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Li taxên başûrê Reqqayê Nezlet Şihad û Hîşam Bin Ebdulmelek û li taxa rojava ya El Berîd şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di encama şerê hemû taxan de 14 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Pêşveçûna çekdarên HSDê ji 4 aliyan ve li hemû taxên Reqqayê didome. Şer û pevçûnên herî dijwar li taxên Nezlet Şihade û Hîşam Bin Ebdulmelek ên başûrê Reqa rû dan. Xwekuj jî di nav de 14 milîtan hatin kuştin û terme 3 terorîstên DAIŞî kete destê çekdarên HSDê. Li taxa Diriye milîtanên DAIŞê xwestin bi wesayîta bombebarkirî êriş bikin, lê berî bigihîje hedefa hat îmhakirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî di şer û pevçûnan de çekdarekî HSDê jiyana xwe ji dest da û 3 çekdar jî birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya derketina derve ya li Amedê bi dawî bû
    'Nêçîrvanê Şevê' ku hat modernîzekirin di sala 2018an de dest bi peywirê dike
    Operasyona kontrolkirina navçeya Tileferê dest pê kir
    Amnesty Internationalê: Rayedarên Tirkiyeyê ji hiş û rastiyê dur tevdigerin
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqaye, DAIŞ, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de