12:14 26 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 15830

    Şerê kolanan li aliyê rojavayê Reqayê bi lewazî bi pêş ve diçe û şervanên HSDê didin zanîn ku amedekariyên nû ji şer re dikin.

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşveçûnên berbiçav li aliyê rojhilatê başûrê Reqayê bidest dixin. Herwiha şerên giran bi hevkariya balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li eniya rojhilat û başûrê bajêr, li bajarê kevin û taxên Hîşam bin Ebdilmelik û Rewda de diqawimin.

    Lê li aliyê rojavayê Reqayê ji hefteyekê ve operasyon rawestiya ye û şervanên HSDê amaje bi wê didin ku amadekariyên şerekî giran li wê eniyê dikin.

    Şervanê HSDê Kendal Girê Spî ji Kurdistan 24ê re gotiye ku, "Operasyon ev hefteyekê li aliyê rojhilatê Reqayê rawetiya ye. Şervanên me amadekariyên şerekî giran dikin, di 2 — 3 rojên bê de dê dest pê bike."

    Ji destpêka operesyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê de, servanên HSDê karîn zêdetir 8 taxan li her çar aliyên bajêr kontrol bikin û niha di 6 taxên din de şer berdewam e.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    Etîketan:
    HSD, DAIŞ, şer, amadekarî, HSD, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de