13:33 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Rojava

    ‘Rewşa 2 rêveberên PDK-Sê li girtîgehên Rojava di metirsiyê de ye’

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya 2 rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) li girtîgehên Rêveberiya Xweser a Rojava di metirsiyê de ye.

    Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre çavkaniyeke ji Efrînê, rewşa tendirustiya Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Apo li girtîgeha Efrînê xirab bûye û serdana malbatê jî lê hatiye qedexekirin.

    Heman çavkanîyê diyar kir, Ebdulrehman Apo şeva çarşema borî hatiye destgîrkirin, telefon û laptopa wî jî ji aliyê asayişa Efrînê ve hatine desteserkirin.

    Li gor çavkaniyeke din jî li girtîgeheke Qamişlo rewşa tendisrustiya endamê Polîtburoya PDK-Sê Mihsin Tahir jî metirsdar e û bo nexweşxaneya Nûr a Qamişlo hatiye veguhestin.

    Mihsin Tahir jî ji 9ê Gulana 2017an ve li Qamişlo girtî ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş kuştina mamoste Necmettin şermezar kir: Nahletê li wan tînim
    Cerdevanan li Amedê bi çekan êrîşî malbatekê kir: Gefa kuştinê didome
    Ji bo seroktiya Goranê 4 namzed diyar bûn
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Amerîkayê ultîmatom da Îranê: Zû wan berdin
    Etîketan:
    Rojava, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de