07:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    El Nûsra

    Li Idlibê şerê muxalîfan li ber derîyê sînor gur bû

    © REUTERS/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 1910

    Hat ragihandin, şerê di navbera komên çekdar yên Sûrî de ku li derîyê sînorê yê Bab el-Hawa ya dike bikeve destê Heyet el-Tahrîr el-Şam a girêdayî El Qaydê gur bûye.

    Li gor nûçeya Ajansa Reutersê şerê navbera komên tundrew Heyet el-Tahrîr el-Şam û Ehrar el-Şam de ku li Îdlibê berî çend rojan destpê kiribû û bûbû sedema whindahîyên mezin berdewam dike.

    Jêderên xwecîhî radigihînin ku çekdarên Tahrîr el-Şam derîyê sînor yê ser sînorê Tirkîyê dorpêç kiriye û tenê 1 kîlometre maye ku bi tevahî kontrol bikin.

    Hêjayî bîrxistinê ye, Tahrîr el-Şam roja Înê bi daxuyanîyekê banga teslîmbûnê li milîtanên Ehrar el-Şam a li Bab el-Hawa kir û soz da wan, ger xwe radest bikin, ti zararekê nadin wan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrt û Mûşê 42 kes hatin binçavkirin
    Russia Today: Hûn çiqas temaşe bikin, wê Clinton ewqas aciz bibe
    Dîrektorê CIAyê Pompeo: Rûsya dixwaze li Sûriyê zirarê bide Amerîkayê
    Lavrov destdanîna ser milkên dîplomatîk wekî ‘xesp’ bi nav kir
    Pûtîn sê nirx û hêjayên jiyana xwe eşkere kirin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de