08:37 17 Cotmeh 2017
Zindî
    ASA

    Şerê di navbera El Nusra û Ehrar el Şamê dewam dike, milîtan ji Tirkiyeyê çûn Îdlîbê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 85 0 0

    Şerê di navbera Heyetî Tahrîrî Şamê û Ehrar el Şamê de dewam dike. Hin milîtanên ASAyê ku beşdarî Mertalê Firatê bibûn ji Tirkiyeyê bo piştgiriya Ehrar Şamê derbasî Îdlîbê bûn. Serokê Partiya Tirkmenan Cevizci ji Sputnikê re axivî û ragihand ku Tirkiye li dijî El Nusrayê, piştgiriya Ehrarê dike û milîtan derbasî Îdlîbê bûne.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatin wergirtin, şerê di navbera Heyetî Tahrîrî Şamê (HTŞ) ku El Nusra pêşengiya wê dike û Ehrar el Şamê ku ji aliye rayedarên El Qaîdeyê ve hat avakirin de ket roja 3mîn. Fermandarê leşkerî yê HTŞê Ebû Bîlal Nacî li herêma Badiyeyê di şerê bi Ehrar el Şamê de hat kuştin, li aliye Ehrar Şamê jî gelek mirî û birîndar hene.

    Li herêmên Cebel Zaviye, Dana, Serakîb, Sermede, Hazzarîn û Atarîb ên bajarê Îdlîbê ya Sûriyeyê di navbera HTŞê û Ehrar el Şamê de şerên dijwar diqewimin. Herwiha şer li nêzî Deriyê Sînor Babûl Selamê ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye diqewime. Heyetî Tahrîrî Şamê bajaroka Atmeyê, gundê Babîska û herêma Danayê bidestxist. Ehrar el Şamê jî bajaroka Haremê û Deriyê Bab el-Havayê bidestxist.

    ‘EGER IDLÎB JI HTŞê NEYÊN PAQIJKIRIN DÊ BIBE WEK MÛSIL Û REQAYÊ'

    Hin komên ASAyê ku di Operasyona Mertalê Firatê de cih girtin ji Tirkiyeyê derbasî Îdlîbê bûn û li dijî THŞê beşdarî şer bûn. Di derbarê mijarê de fermandarekî ASAyê ji Sputnikê re axivî û ragihand ku 200 milîtanên ASAyê ku beşdarî operasyona Mertalê Firatê bibûn doh êvarê ji ser Tirkiyeyê ve ji Deriyê Sînor Babûlê ve bo piştgiriya Ehrar el Şamê derbasî bajarê Îdlîbê bûn û got: "Ji ber ewlehiyê em naverokê nikarin eşkere bikin. Ev 200 milîtan niha li dijî Heyetî Tahrîrî Şamê şer dikin. Ev militan bi çekên giran çûn Îdlîbê. Eger hewcedarî dîsa bi miltanan hebin dê em dîsa bişînin. Divê Îdlîb ji HTŞê were paqaijkirin. Eger neye paqijkirin Îdlîb jî dibe wekê Mûsil û Reqayê."

    Ehrar-uş Şam
    © AFP 2017/ MAHMUD AL-HALABI
    ‘EZ BAWERIM TIRKIYE VÊ YEKÊ DÊ TEMAŞE NAKE'

    Serokê Partiya Tevgera Tirkmenan ê Sûriyeyê Tarik Sulo Cevizci ji Sputnikê re axivî û piştrast kir ku milîtanên beşdarî Mertalê Firatê bûne, derbasî Îdlîbê bûne û got: "Li gorî haydariyên ku me ji herêmê bidexwistine rewşeke wiha heye. Lê em nizanin gelo kesên çûnê ji bo şer çûne an jî bo tiştek din çûne. Ehrar el Şamê piştgirî dabû operasyona Mertalê Firatê. Li wir hêzên çekdar ên (Cerablus-El Bab) hene. Ev dîsa ji herêma Îdlîbê ketine wê herêmê. Niha jî dixwazin bikevin Îdlîbê. Ez bawerim ku Tirkiye nabêje ez milîtanên li herêmên Mertalê Firatê vala ne ez naşînim. Dê xebatên hewcedar bike. Tirkiye vê yekê temaşe nake"

    ‘TIRKIYE JI BER HSD NEKEVE ÎDLÎBÊ HEBÛNA EL NUSRAYÊ LI ÎDLÎBÊ NAXWAZE'

    Cevizci destnîşan kir ku Tirkiye dê li dijî El Nusrayê piştgiriya Ehrar el Şamê bike û wiha pê de çû: "Tirkiye hebûna El Nusrayê li Îdlîbê naxwaze. Lewre eger El Nusra li wir bimîne dibe bo ketina HSDê ku YPG pêşengiya wê dibe bingeh were amadekirin. Di hevdîtinên Astanayê de El Nusra bi tundî li dijî biryara ku leşkerên Tirkiyeyê li Îdlîbê were bicihkirin derketibû. Ji ber ku El Nusra di lîsteya rêxistinên terorîr de ye, dê Tirkiyeyê li dijî El Nusrayê helwesta xwe ragihîne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji ber ku YE naxwaze bibe hevsînorê Sûriye û Iraqê, endamtîya Tirkiyê naxwaze’
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Sûriye hişyarî da Amerîkayê: Em ê bersivê bidin
    Sûriye: Hişyariya Amerîkayê bêbingeh e û armanca meşrûkirina êrişên nû ye
    Zaxarova: DAIŞ û El-Nusra hewl didin agirbestê xera bikin
    Muxalîfên Sûriyeyê: El Nusra û DAIŞ di agirbestê de tine nin
    Etîketan:
    milîtan, şer, Sputnik, Tarik Sulo Cevizci, Îdlîb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de