20:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Komeke cîhadîst li Sûriyeyê

    Şerê di navbera komên cihadîst de dijwartir bû: Sivîl hatin gulebarankirin

    © REUTERS/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 6310

    Şerê di navbera Heyetî Tahrîr Şamê ku El Nusra pêşengiyê dike û Ahrar el Şamê ku ji aliye rayedarên El Qaîdeyê ve hatiye avakirin, li bajarê Îdlîbê ya Sûriyeyê gelek dijwar bûn. Herwiha sivîlên ku şer protesto dikirin, hatin gulebarankirin û di encamê de jî gelek mirî û birîndar hene.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ASAyê hatin wergirtin li bajarê Îdlîbê ya Sûriyeyê di navbera Heyetî Tahrîr Şamê ku El Nusra pêşengiyê dike û Ahrar el Şamê ku ji aliye rayedarên El Qaîdeyê ve hatiye avakirin, şerên dijwar diqewimin.

    Li herêmên Cebel Zaviye, Dana, Serakîb, Sermede, Hazzarîn û Atarîbê yên Îdlîbê di navbera Heyeti Tahriri Şamê û Ahrar el Şamê de şerên dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku di şerên ji doh ve dest pê kirin de ji her du alaiyan jî gelek mîlîtan hatine kuştin.

    Ahrar el Şamê îdia dike ku Heyeti Tahriri Şamê milîtanên wan revandine, Heyeti Tahriri Şam jî îdia dike ku Ahrar el Şamê dixwaze operasyon li navenda Îdlîbê pêk bîne û dixwaze bajêr bixe bin kontrola xwe.

    TIRKIYE JI BER ŞER DERIYÊ SÎNOR GIRT

    Ahrar el Şamê bi tankan û topên hewanê fermangehên Heyeti Tahriri Şamê topbaran dikin, Heyeti Tahriri Şamê bi çekên giran êrişî çeperên Ahrar el Şamê dikin. Şerê ku doh dest pê kir, îro dijwartir bû, sivîl ji ber şer direvin herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê. Ji aliye din ve Deriyê Sînor ya Cilvegozê ku li navçeya Reyhanliyê ya Tirkiyeyê ji ber şer hat girtin.

    MILÎTANÊN HEYETÎ TAHRÎR ŞAMÊ ÊRIŞÎ SIVÎLAN KIRIN

    Di şerê li Îdlîbê de ku doh dest pê kiribû de 2 ji wan zarok 5 sivîl hatin kuştin. Alîgirên Ahrar el Şamê li navçeya Serakîpê êrişên Heyeti Tahrir Şamê protesto kirin, Milîtanên Heyeti Tahrir Şamê jî güle reşandin ser çalakvanan. Di encama gulereşandinê de 4 sivîl hatin kuştin, 13 kes jî birîndar bûn.

    Ji aliye din ve bo bidawî kirina şer rêxistinê cihadîst ên din navbeynkariyê dikin, lê heta niha şer dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Artêşa Tirkiyeyê îşev dikeve Îdlîbê'
    Medvedev: ‘Êrîşa kimyawî ya li Îdlîbê provokasyonekê plankirî bû'
    Trump: ‘Piştî êrişa Îdlîbê helwesta min li hemberî Esad guherî'
    ‘Êrişa çekên kimyewî ya li Îdlîbê bi kêrê Esad nayê'
    Rûsya piştgirî da banga NYê bo Îdlîbê
    Etîketan:
    cihadîst, şer, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de