13:48 26 Îlon 2017
Zindî
    Bîrên petrolê

    Artêşa Sûriyeyê 40 bîrên petrolê kontrol kir

    © AFP 2017/ YOUSSEF KARWASHAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Operasyonên Artêşa Sûriyeyê ya li dijî DAIŞê li Reqayê dewam dike. Hate ragihandin ku artêşê kontrola zêdetirî 40 bîrên petrole ji nû ve bidestxistine.

    Endezyarê petrole û berpirsê hilberîna petrola li Reqayê daxuyanî da çapameniyê û diyar kir ku ji destpêka meha Temuzê heta niha Artêşa Sûriyeyê kontrola bêtirî 40 bîrên petrole bi dest xistin. Pombeyên biran piştî ku ji mayinên derdorê hatin paqijkirin dê bo temîrê bişînin Hamayê. Beşeke mezin ên petrolê di dawiya mehê de dê dîsa çalak bin.

    ‘MILÎTANAN ÎSKELEYAN TEQANDIN'

    Li gorî Îbrahîm, piraniya îskeleyên petrolê ji aliye milîtanên ku ji paşve vekişiya ne ve hatine teqandin, "Piştî operasyona Artêşa Sûriyeyê milîtanên DAIŞê ji herêmên petrolê ya Reqayê ji paşve vekişiyan. Bi saya vê herêmên petrole Dabsan, Daylaa, el Ramilan, Tbisan, el Savra û Vahabê ketin bin kontrola hêzên reveberiya Şamê."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê îstasyona xazê ya `Xeyl` ya Humsê ji destê DAIŞê derxist
    Artêşa Sûriyeyê kontrola bajarok Rûsafa û 20 gundên nêzî Reqayê bi dest xist
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    60 endamên ASAyê ku Tirkiye wan perwerde kiribû xwe sipartin YPG û Artêşa Sûriyeyê
    Etîketan:
    bîr, petrol, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de