23:03 26 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    Terorîstan êrişî noqteya kontrole kir: Yek jê fermandar 17 kuştî

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 61640

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Reqayê rêxistina terorîst a DAIŞê êriş bire ser noqteyên HSDê, di encama êrişê de yek jê fermandar 17 milîtan hatin kuştin

    Grûbek milîtanên terorîst ên DAIŞê êrişî noqteyên rizgarkirî yên taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê bajarê Reqayê kirin. Di bersivdayîna çekdarên HSDê de şer derket û 5 seetan dowam kir. Di encama pevçûnên dirêj de êriş hat şikandin û 9 terorîstên DAIŞê ku fermandarek jî di nav de bû hatin kuştin, 2 milîtanên xwekuj xwe teqandin û miqdarek çek û cebilxane kete destê HSDê.

    Her wiha li taxa Hîşam Bin Ebulmelik jî şervan pêşve çûn û di encama pevçûnên ku rû dan de, 3 milîtanên DAIŞê hatin kuştin. Li taxa Nezlet Şihadê ya dikeve başûrê bajêr û nêzê taxa Mesakine, pevçûn derketin û li wir jî 6 terorîst hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Reqqa heta 3 mehan azad dibe’
    Rêya navbera Reqqa û Şamê hat kontrolkirin
    Piştî Reqqa bikeve, kî dê li wê derê bimîne?
    HSD: Rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de hat qutkirin
    Li Reqqayê di şerê çend seetên dawî de 23 milîtan hatin kuştin
    Etîketan:
    Opersyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de