18:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Reqqa

    DAIŞê mayin di berhemên dîrokî yên li Rûsafayê de bicih kirine

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Hate ragihandin ku milîtanên DAIŞê li bajaroka Rûsafayê ya nêzî bajarê Reqayê mayin di berhemên dîrokî ku wekê bajarê kevnare Palmîrayê nirxdar e, bicih kirine.

    Rayedarê Mûzeya Rûsafayê Abullah Vitar bersiva pirsên xebatkarên çapameniyê da û got: "Du hefte berê bajaroka Rûsafayê di bin kontrola DAIŞê de bû. Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Fezayî-Hewayî ya Rûsyayê bajaroka kevnare kontrol kir."

    Vîtar destnîşan kir ku terorîstên ku bajarokê terikandin, di berhemên dîrokî de mayinan bicih kirine.

    Vîtar wiha pê de çû: "Deriyên bajêr, Qele, Dêra Ezîz Sergî, dîwarên qele û birc tije mayinên."

    Çavkaniyekî sûrî ji Sputnikê re eşkere kiribû ku hêzên hikûmetê bajaroka Rûsafayê ku 30 kîlometro dûrî bajarê Reqayê ye û 20 gundên derdorê ji DAIŞê rizgar kirine.

    Bi heman mijarî:

    Sputnikê wêneyên bajarê kevnare Nimrûd berhev kir
    Bajarê Kevnare Nemrûd ji DAIŞê hat rizgarkirin
    Artêşa Sûriyayê ket bajarê kevnare Palmîrayê
    Artêşa Sûriyayê ji bo bajarê kevnare Palmîrayê operasyon da destpêkirin
    Etîketan:
    berhem, mayin, DAIŞ, Abullah Vitar, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de