11:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Efrîn

    Şer û pevçûnên dijwar li sînorê Efrînê diqewimin: 30 kuştî

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 36070

    Hat ragihandin ku li sînorê Efrînê şerê navbera çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên ser bi dijbereya Sûriyeyê giran dibe.

    Li gorî zanyariyan şer li Eyn Diqnê di navbera HSDê û çekdarên Odeya Operasyonên Ehil El-Diyar de tund bûye. Li herêma Şehba û deverên ser sînorê Efrînê çekdarên Odeya Ehil El-Diyar êrişî çeper û navendên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) kirin û di navbera wan de şerekî dijwar derket.

    Çekdarên ser bi Odeya Ehil El-Diyar êrîşî navendên şervanan li gundê Hirbil, Um El Huş û Simoq kirin. Li gorî çapemeniya nêzîkî HSDê dibêje, wan bersivek tund daye êrişên ku li dijî wan hatine kirin û bi şikestina wan êrişan derbên giran jî li çekdarên êrişkar dane.

    Li gorî çavkaniyan HSDê, di encama şer de 30 kesên êrişkar hatine kuştin ku 25 ji wan çekdarên Odeya Operasyonên Ehil El-Diyar in û 5 kes jî ji leşkerên Tirkiyeyê ne. Medyaya nêzîkî HSD eşkere dike ku çekdarên Odeya Operasyonên Ehil El-Diyar nekarîn derbasî nav Eyn Diqnê bibin.

    Bi heman mijarî:

    'Topbarana Tirkiyê ya ser Efrînê berdewam dike'
    Li ser sînorê Efrînê sewqiyata leşkerî
    Dîmenên gundên Efrînê ku Tirkiye topbaran dike hat kişandin
    Rêzan Hiddo: Tirkiye li dora Efrînê baregehên leşkerî ava kirine
    Di topbarana artêşa Tirkiyeyê ya ser Efrînê de 5 welatî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    HSD, Odeya Operasyonên Ehil El-Diyar, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de