00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    Şandeke Amerîkayê serdana bajaroka Eyn Îsayê kir

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 4920

    Şandeke rêxistinên girêdayî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê serdana bajarokê Eyn Îsayê ku dikeve bakurê Reqayê kir.

    HSD
    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Li gorî nûçeya Rûdawê şandeyeke ji Wezareta Derve ya Amerîka, serdana bajarokê Eyn Îsa li bakurê bajarê Reqayê ye kirine.

    Hate ragihandin ku armanca serdanê gihandina alîkariyên mirovî ye û li herêmê avakirin û çêkirina bendavan e.

    Bajarokê Eyn Îsa ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatiye kontrolkirin û ew bajarokekî stratejîk e li bakurê Reqayê, ji ber ku ew xaleke pevgihandinê ye di navbera Kobane, Minbic û Cizîrê ji aliyê bakur ve Reqayê de ji aliyê başûr ve digînê hev.

    Niha jî nêzîkî 7 hezar koçber li Kampa Eyn Îsa dimînin.

    Bi heman mijarî:

    3 hezar koçberên Reqqayê gihîştin Eyn Îsa
    YPG û Volkana Feratê tevahiya Eyn Îsa ji destê DAIŞê derxistin
    HSD li Eyn Îsayê civîna çapemenîyê li dar dixe
    YPG: Li Şêxmeqsud û Eyn Îsayê herî kêm 11 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    HSD, şande, serdan, Rûdaw, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de