20:08 25 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    Şer li nava taxan dijwar bû: 32 milîtan hatin kuştin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 7520

    Çekdarên HSDê li başûrê bajarê Reqqayê ketin nava taxeke din. Emîr û pisporên çêkirina mayînan jî di nav de 32 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Leşkerên Îranê
    © AFP 2017/ ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
    Pêşveçûna çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li taxên nû yên bajarê Reqqayê didome. Piştî kontrolkirina taxa Yermûkê çekdarên HSDê dest danîn ser pira El-Cedîd ya di navbera taxa Yermûk û taxa Nezlet Şihade. Li taxa Nezlet Şihada pevçûnên dijwar qewimîn û li vir 5 milîtan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Li taxê doçkayek û gelek cebilxaneyên DAIŞê ketin destê çekdarên HSDê.

    Di şerê taxa Reqqa ya Kevn de jî 12 milîtan hatin kuştin û 3 ji fermandar û pisporê çandina bombe û mayînan bûn. Di şerê li vê taxê de termê 7 terorîstan ket destê HSDê. Çekdaran li taxê panzêrek îmha kirin û dest danîn ser gelek cebilxaneyan. Her wiha li rojavayê bajar di taxa El-Berîd û El-Diriye de jî 6 milîtanê DAIŞê hatin kuştin.

    Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelek a li başûrê bajarê Reqqayê jî pevçûnên dijwar diqewimin û di pevçûnan de 9 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji ber ku YE naxwaze bibe hevsînorê Sûriye û Iraqê, endamtîya Tirkiyê naxwaze’
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Sûriye hişyarî da Amerîkayê: Em ê bersivê bidin
    Sûriye: Hişyariya Amerîkayê bêbingeh e û armanca meşrûkirina êrişên nû ye
    Kazakistan: Hevdîtinên Sûriye yên li Astanayê di 4-5ê meha Tîrmehê de ne
    Etîketan:
    Kontrolkirina bajarê Reqqayê, DAIŞ, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de