19:53 25 Îlon 2017
Zindî
    Reqa-HSD-YPG

    ASAyê êrişî YPGê kir: 15 kuştî YPGê 6 kes dîl girtin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 90931

    Hate ragihandin ku mîlîtanên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) êrişî gundê Eyn Diqne ya li herêma Şehbayê kirine û di encamê de jî 15 mîlîtanên ASAyê hatine kuştin 6 kes jî ji aliye YPGê ve dîl hatine girtin.

    Artêşa Tirkiyeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ku ji herêmê ragihand mîlîtanên ASAyê êrişî gundê Eyn Diqne kirine û di encamê de jî di navbera wan û şervanên YPGê de şerê dijwar rû da ye. Di encama şer de 15 mîlîtanên ASAyê hatine kuştin, 6 mîlîtan jî ji aliye YPGê ve dîl hatine girtin. Herwiha di şer de 3 YPGî can dane.

    Gundê Eyn Diqne li rojhilatê bajarokê Ming a herêma Şehbayê ye.

    Herwiha hat diyarkirin ku şerê li herêmê hêj berdewam e.

    Bi heman mijarî:

    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    YPG: Amadekarîyên Tirkiyê yên ser sînorê Sûrîyê 'ragihandina şer' e
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
    Wezîrê Tirk: Mattis teyîd kir ku Amerîkayê ji neçarî YPG tercîh kiriye
    Etîketan:
    ASA, kuştî, êriş, YPG, Sputnik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de