19:00 19 Mijdar 2017
Zindî
    Fûad Elîko

    ENKSê rapora kurdan li Cenevê pêşkeşî şandeya Neteweyên Yekbûyî kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    ENKSê, rapora kurdan pêşkeşî şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku beşdarî hevdîtinên Sûriyeyê Cenev-7ê ya li Swîsreyê dewam dike, bûne kir. Rayedarê ENKSê Fuad Elîko ji Sputnikê re axivî û ragihand ku bi Staffan de Mistura hevdîtin pêk anîne û rapora kurdan peşkeşi wî kirine û meseleya kurdan, meseleyeke neteweyî ye.

    Hikmet Durgun

    Li gorî haydariyen ku ji Rayedarên Konseya Neteweyî yê Kurdên Sûriyeyê (ENKS) hatin wergirtin, şandeya wan ku ji 5 kesan pêk tê bo beşdarî hevdîtinên Cenev-7ê bûne, di derbarê rewşa kurdên li Sûriyeyê de bi Nûnerê Taybet ê Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura hevdîtin pêk anîne û rapora kurdan pêşkeşê wî kirine.

    Di derbarê mijarê de rayedarê ENKSê Fuad Elîko ku beşdarî hevdîtinên Cenev-7ê bûye, ji Sputnikê re axivî.

    ‘KURD LI HERÊMÊ GELEK BI HÊZ IN'

    Elîko eşkere kir ku hevdîtinên Cenev-7ê bidawî bûne û got: "Hevdîtinên Cenevê doh bidawî bû. Hevdîtinên piştre jî di demeke kin de dê dîsa destpêbike. Me di hevdîtinên Cenev-7ê de, derbarê rewşa kurdên li Sûriyeyê de wek ENKSê bi Nûnerê Taybet ê Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura hevdîtin pêk anî û rapora kurdan pêşkeş kir. Dijberiya Sûriyeyê ji vê rapor û hevdîtinê haydar bû. Me ji Mistura re ragihand ku meseleya kurdan, meseleyeke netewî ye. Min di civînê de ji Mistura re diyar kir ku kurd bo çareseriyê amade ne ne. Min ji Mistura re got ku fikrên wî yên ku "kurd bo çareseriyê ne amade ne", ne rastin. Min eşkere kir ku kurd ji sala 2014an vir ve bo çareseriyê amade ne û kurd li herêmê jî bihêz in."

    ENKS ku ji 12 partiyan pêk tê li bajarê Qamişloyê di 26ê Cohmeha 2010an de hat avakirin û nêzî partiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî PDKê tê zanîn.

    Bi heman mijarî:

    ENKS: 100 Kurdên Efrînê li derîyê sînor hatin girtin
    ENKS: Girtina nivîsgehan û endaman dikeve xizmeta dijminan
    ENKS belgenameya opozîsyona Sûriyê nas nake
    Dijberiya Sûriyeyê: ENKS nûnerê rasteqîn ên daxwazên kurdan e
    ENKS: Em ê nivîsgehên xwe careke din vekin
    Etîketan:
    mesele, kurdan, neteweyî, rapor, hevdîtin, Sputnik, Fuad Elîko, Staffan de Mistura
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de