17:29 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Navenda Carablûsê Artêşa Azad a Sûriyê

    Artêşa Azad: Em ê êrişî YPGê bikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 13711

    Gefxwarina êrişa li ser Efrînê ya Tirkiyeyê dewam dike. Di destpêka vê hefteyê de Artêşa Tirkiyeyê dîsa bi hewanan êrişî Efrînê kir. Serokomarê Tirkiye Erdogan di rojên borî eşkere kiribû ku Efrîn bûye gef li ser Tirkiyeyê. Fermandarê ASAyê Sêcerî eşkere kir ku wan xwe amade kiriye da ku ligel Tirkiyê êrîşê YPGê bikin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di dema beşdarbûna civîna G20 a li Hambûrê de bersiva pirsen rojnamegeran dabû û gotibû ku Efrîn bûye gef li ser Tirkiyê û ji wir êrîşê bajarê Kilisê dikin. Herwiha Erdogan diyar kiribû ku ew rê nadin li bakûrê Sûriyê, an ku Rojava dewleteke kurdî were avakirin.

    Par Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarokên Minîx, Tilrifet, Dêrcemal û çend gundên din ên başûrê Ezazê, ji destê hêzên dijbereya Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê, derxistibû. Êrîşên Artêşa Tirkiyeyê yên li ser Efrînê jî piştî wê yekê dest pê kir. Niha hêzên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) dixwazin bi piştgiriya Tirkiyeyê, li herêmê operayoneke nû ya bi navê Şûrê Feratê dest pê bikin. Van herdu hêzan beriya niha jî li operasyona Mertala Firatê pêk anîbûn û navçeyên Cerablûs û Babê kontrol kiribûn.

    Artêşa Tirkiyeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    'YPGê NAVÇEYÊN EREBAN KONTROL KIRINE LEWRE EM Ê OPERASYON PÊK BÎNIN'

    Li gorî nûçeya Rûdawê Fermandarê Lîwaya el-Mûtesem nê girêdayê ASAyê Mistefa Sêcerî eşkere kir, ku wan xwe amade kiriye da ku ligel Tirkiyê êrîşê YPGê bikin û wan hersê bajarokên par ji dest dane, dubare kontrol bikin.

    Sêcerî got: "YPGê ew navçeyên erebnişîn kontrol kirine û ne amade ye bi rêya danûstandinan radest bike."

    Beriya niha bi navbeynkariya Amerîkayê şandeke YPGê li gel berpirsên Lîwaya Mûtesem civiyabûn. Bi gotina berpirsên vî lîwayî di navbera herdu aliayan de rêkeftin hatiye kirin lê pêwîstiyên rêkeftinê nehatine cîbicîkirin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    YPG: Amadekarîyên Tirkiyê yên ser sînorê Sûrîyê 'ragihandina şer' e
    YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
    Wezîrê Tirk: Mattis teyîd kir ku Amerîkayê ji neçarî YPG tercîh kiriye
    YPG: Eger êriş li dijî Efrînê bê kirin em ê bersiv bidin
    Etîketan:
    ASA, operasyon, YPG, Rûdaw, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de