17:43 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    HSD

    Di kontrolkirina taxê de 28 milîtan hatin kuştin

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10310

    Li gorî çavkaniyên herêmî, di şer û pevçûnên navbera HSD û DAIŞê yên Reqqayê de taxa Yermûkê hat kontrolkirin û 28 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin.

    Şer û pevçûnên kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêza xwe didome. Li gorî çavkaniyên herêmî, di şer û pevçûnên navbera HSD û DAIŞê yên Reqqayê de taxa Yermûkê hat kontrolkirin, 28 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin û zêdetirî 500 sivîlî ji aliyê hêzên taybet ve hat rizgarkirin. Her wiha Di pevçûnan de 2 wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞê hatin îmhakirin.

    Ji aliyekî din ve jî hêzên taybet ên girêdayî HSDê zêdeyî 500 welatiyên Reqayê ji dorpêça terorîstan a li ser taxên Teyar û Deriye rizgar kirin. Li taxa Reqaya Kevin jî 50 sivîl hatin rizgarkirin. Li taxên bajêr pevçûn didomin û balafirên koalîsyona navneteweyî noqteyên terorîstên DAIŞê bombebaran dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Reqqayê di şerê çend seetên dawî de 23 milîtan hatin kuştin
    Li Reqqayê şerê man û nemanê: 41 kuştî
    Piştî dorpêça bajarê Reqqayê ji aliyê çekdarên kurd, DAIŞê dest bi şewata însanan kir
    Çekdarên kurd ketin bajarê kevn ê Reqqayê
    Li rojavayê Reqqayê şer û pevçûnên dijwar diqewimin: 22 milîtan hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Kontrolkirina bajarê Reqqayê, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de