15:20 19 Mijdar 2017
Zindî
    hêzên amerîkî Rojava

    Fermandarê HSDê: Amerîka li Rojava navendeke din a leşkerî ava dike

    © REUTERS/ RODI SAID
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 21920

    Li gorî daxuyaniya fermandarê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) Amerîka navendeke din a leşkerî li Rojava çêdike.

    Li gorî nûçeya malpera BasNewsê fermandarekî HSDê di daxuyaniya xwe de dibêje: "Amerîka li nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojava navendeka din ya leşkerî çêdike û çêkirina wê jî hîn xilas nebûye. Navenda nû 40 km dûrî Hesekê û li rojavayê wî bajarî ye û balafirgeh jî tê de hene.

    Fermandarê HSDê nexwast navê wî were eşkerekirin û got: "Tevlî vê navenda han dibe sêyemîn navenda leşkerî ya Amerîka li Rojava. Navend di navbera bajarokên Til Temir û Til Beydir yên Hesekê de ye. Hêzên taybet yên Amerîka li wir bicîh bûne."

    Wek tê zanîn Amerîka heta niha du navendên lêşkerî li Rojava çêkirine. Yek jê li bajarokê Rimêlanê ye û ya din jî li bajarê Kobaniyê ye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Erebîstana Siûdî bê Rojava li Kendavê nikare tiştekî bike’
    Heta niha Amerîkayê 7 baregehên leşkerî li Rojava vekirine
    HSDê taxên rojava dorpêç kirin, DAIŞ jî êrişî noqteyên kontrolê dike
    Brett McGurk bi YPGê re li Rojava hevdîtin pêk tîne
    Erdogan: Dibe em operasyoneke leşkerî li Rojava pêk bînin
    Etîketan:
    Fermandarê HSDê, Hesekê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de