21:17 23 Îlon 2017
Zindî
    Li Astanayê protestoya Kurdaên Sûriyê  / alîgirên PYDê

    Muxalefeta Sûriyê şertê avakirina ‘Herêma xweser a Kurdan’ eşkere kir

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 292 0 0

    Berdevkê Muxalefata Sûriyê Yahya el Aridî ku beşdarî hevdîtinên Cenevê bûye, ji Spûtnîkê re ragihand, heke avakirina herêmeke xweser li ser erda Sûriyê nebe gef li yekparçebûna welat, dê ew proje ji bo her kesî guncaw be.

    El Aridî li civînên berdewam ên Cenevê di gotareke xwe de da xuyakirin, ‘Ew bi qesda serdestiya hiqûqê, Sûriyeya serbixwe dixwazin bibêjin ku her çi kesên li ser erda Sûriyê dijîn xwediyê heman mafan be.'

    'HEKE KURD PÊWENDIYÊN XWE JI RÊVEBERIYA NAVENDÎ QUT NEKIN DIKARIN XWESER BIN'

    Berdevkê muxalefetê bal kişand ser Kurdên Sûriyê û got, "Heke ew (Kurd) bikarin pêwendiyên xwe yên polîtîkaya derve, sînoran, ewlekarîya gel û mijarên aborî bi rêveberîya herêmî ligel rêvberîya navendî bidomînin û pirsgirêkên navxweyî çareser bikin, helbet ev dê rewşeke guncaw be ji bo her kesî. Lê heke niyeta wan gavên parçekirina Sûriyê be, ev jî eşkere ye ku ti kes qebûl nake. A rast piraniya kurdan dê nexwazin gaveke wiha bavêjin."

    'DIVÊ HEMÛ GELÊN SÛRIYÊ BEŞDARÎ NIVÎSANDINA DESTÛRÊ BIBIN'

    El Aridî pêşniyara Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Staffan de Mistura ku gotibû, divê Kurd jî beşdarî prosesa nivîsandina destûra bingehîn bibin bi bîr xist û got, ne tenê Kurd divê hemû gelên li Sûriyê dijîn nêrînên xwe yên pêvajoya çêkirina destûrê diyar bikin.

    Aridî destnîşan kir, ‘Encex wê demê gelê Sûriyê bi vîna xwe destûra welatê xwe bikare binivîse.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê 8 sal cezayê girtinê da parlamentere HDPê
    2 rayedarê HDPê hatin girtin
    Erdogan bertek nîşanê berdana Ahmet Turk da: We çawa berda?
    Li Misrê êrişa bi kêran: 2 kuştî 4 kes jî birîndar bûn
    3 rojnamegerên kurd li Tirkiyeyê hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de