23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Fûad Elîko

    Muxalifê sûriyeyî: Em li Cenev 7ê pêvajoya siyasî muzakere dikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2702

    Di hevdîtinên Cenev 7ê de muxalifên sûriyeyî wê cara yekem rû bi rû muzakereyan bidomînin. Li gorî agahiyan aliyên sûriyeyî wê li Cenevê agirbest, terorîzm, Destûra Bingehîn û pêvajoya siyasî dê müzakere bikin.

    Hikmet Durgun

    Rêvebirê ENKSê û Cîgirê Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger a Muxalifên Sûriyeyê Fûad Elîko di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de rewşa dawî ya Cenevê nirxand û got: "Hevdîtinên Cenevê wê îro bi dawî bibin. Di hevdîtinan de em pêvajoya siyasî, Destûra Bingehîn û tekoşîna bi terorîzmê re muzakere dikin. Heta niha muxalif û rejima Sûriyeyê rû bi rû hevdîtinin pêk neanî ne. Em dixwazin rêvebiriyeke demkî ya derbasbûnê were avakirin. Bila pirsgirêka Sûriyeyê bi temamî were çareserkirin."

    ‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ HÊZÊN MEZIN BIRYARÊ BIDIN'

    Fûad Elîko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo pêşveçûna çareseriyê heta niha tu bingehek tuneye. Ji bo encamdayîna hevdîtinan divê Amerîka, Rûsya û welatên din ên ewropî biryarê bidin. Em wek ENKSê 5 kes di hevdîtinan de cih digirin. Endamên ENKSê din ava heyeta müzakere ya bilind, komîteyên siyasî û di komîsyonên din de cih digire. Kurd wê daxwazên xwe bigihînin Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura."

    Hevdîtina pêşî ya Cenevê ku çareseriya siyasî ya Sûriyeyê armanc dikir di Hezîrana 2012an de hat kirin. Heta niha gelek caran bi navbeynkariya Staffan De Mistura û hêzên navneteweyî di navbera muxalif û rejima Sûriyeyê de hevdîtinên neyekser hatin kirin, lê hê jî hevdîtinên negihîştine ti encamekê.

    Bi heman mijarî:

    'Êrişa koalîsyonê ne tenê li dijî Sûriyeyê pêk hatiye, ev li dijî Cenevê ye jî'
    Nûnerên ASAyê tevlîbûna xwe ya Cenevê rawestandin
    Ozerov: Divê êrîşa hevpeymanîyê ya ser Sûriyê bibe mijara sereke ya Cenevê
    Wezareta Derve: Nûnerê Rûsyayê yê Cenevê Gatilov e
    Komên Moskow û Qahîreyê beşdarî Cenevê dibin
    Etîketan:
    Muxalifên sûriyeyî, ENKS, Hevdîtinên Cenevê, Fûad Elîko, Cenev, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de