23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG

    Milîtanên DAIŞê rastî bersivek tund hatin: Bi 10an kuştî

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9850

    Li gor çavkaniyekî Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li çeperên rojhilat û rojavayê bajarê Reqqayê 18 terorîst hatin kuştin û 4 wesayîtên bombebarkirî hatin îmhakirin.

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li çeperên rojhilat û rojava êrişî çekdarên HSDê kirin, lê bi bersivdayîneke tund hemû êrişên wan hatin şikandin. Li taxa Reqqaya Kevn a rojhilatê bajêr şerekî dijwar di navbera çekdarên HSDê û milîtanên DAIŞê de rû da. Di encamê de 8 milîtan hatin kuştin hejmarek terorîst birîndar bûn û wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.

    Ji aliyê din ve li taxa Rewda ya li bakur rojhilatê bajêr jî şer derket û 3 milîtanên DAIŞê ku yek jî emîr bû hatin kuştin û i taxa Hîşan Bin Ebdulmelik jî yabaşûr rojhilatê bajêr jî terorîstan hewl dan bi erebeyeke bomebarkirî êrişî noqteya çekdaran bikin. Êriş rastî bersivdayîna çekdaran hat û li wir jî 7 terorîst hatin kuştin û wesayîteke leşkerî ya DAIŞê hat îmhakirin.

    Li zanyariyên berdest, çekdarên HSDê li taxa Reqqaya Kevn 6 û li taxên Teyar û Deriye jî 15 sivîl ji terorîstan rizgar kirin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de