19:27 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Sûriye

    ‘Bêyî kurdan destûra Sûriyeyê nayê nivîsandin'

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 11230

    Serokê Platforma Moskow a Dijbereya Sûriyê Qedrî Cemîl di axaftina xwe de ragihand ku bêyî kurdan ti kes nikare destûra Sûriyeyê binivîse.

    Serokê Platforma Moskow a Dijbereya Sûriyê Qedrî Cemîl di axaftina xwe de behsa rola kurdan kir û got: "Ti kes nikare bêyî kurdan destûra Sûriyeyê binivîse. Rola kurdan di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de xurt e, wek hemû gelê sûriyeyî xwediyê xaka xwe ne û divê neyên piştçavkirin."

    Qedrî Cemîl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yekem care platform nêzîkî hev dibin, ew jî bi rêya gotûbjkirina dosyeyên cur bi cur û girîngtirîn nêzîkbûn li Lozanê di derbarê destûrê de bû û me karîbû bigihêjin kaxezên hevbeş û ev tişt girîng e, hin pirsên din mane ku em ê li ser gotûbêj bikin û li ser lihev bikin."

    Cemîl di dirêjiya axaftina xwe de got: "Lihevkirin, wate em bigihêjin nêrîneke hevbeş bi rêya destberdabûnê, heger mijara avakirina yek şand bi dawî were ku nûnertiya beşekî berfireh ji opozisyonê bike dê bibe defakto. Di vê gerê de em ê ne li benda avakirina yek şandê bin, lê di meha bê de ez bawerim em ê amade bin ji bo avakirina yek şand."

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji ber ku YE naxwaze bibe hevsînorê Sûriye û Iraqê, endamtîya Tirkiyê naxwaze’
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Sûriye hişyarî da Amerîkayê: Em ê bersivê bidin
    Sûriye: Hişyariya Amerîkayê bêbingeh e û armanca meşrûkirina êrişên nû ye
    Kazakistan: Hevdîtinên Sûriye yên li Astanayê di 4-5ê meha Tîrmehê de ne
    Etîketan:
    Bêyî kurdan destûra Sûriyeyê nayê nivîsandin, Serokê Platforma Moskow a Dijbereya Sûriyeyê, Qedrî Cemîl, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de