17:52 17 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    Bîlançoya şerê çend seetan: 32 milîtan hatin kuştin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 11630

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li Reqqayê di şerê navbera Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêxistina terorîst a DAIŞê de 32 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, li taxên Reqqaya Kevn û Hîşam Bin Ebdulmelik şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Li taxa Rewda ya bajarê Reqqayê 32 milîtanên terorîst ji terefê çekdarên HSDê ve hatin kuştin. li gorî çavkaniyan hetanî berê sibehê jî şer û pevçûnan dewam dikir.

    Milîtanên terorîst li wan taxên bajarê Reqqayê bi wesayîtên bombebarkirî êrişî noqteyên çekdarên HSDê kirin. Erişa terorîst a bi wesayît rastî bersivdayîneke tund hat û li taxa Reqqaya Kevn beriya ku wesayît bigihîje nopteyê hat teqandin.

    Li taxa Deriyê ya dikeve rojavayê bajêrê Reqqayê jî emîrekî DAIŞê hat kuştin û 115 sivîl jî hatin rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    HSD li Eyn Îsayê civîna çapemenîyê li dar dixe
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, HSD, Reqqayê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de