21:53 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Zarokên sûriyeyî

    Li Tirkiyeyê hezar û 660 zarokên sûriyeyî windayî ne

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Serokatiya Daîreya Asayîş a Midûriyeta Giştî ya Ewlehî di bersivdayîna Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Onursal Adiguzel de derket holê ku li Tirkiyeyê hezar û 660 zarokên sûriyeyî windayî ne.

    Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Onursal Adiguzel di çarçoveya Qanûna Mafê Agahî Wergirtinê de serî li Serokatiya Daîreya Asayîş a Midûriyeta Giştî ya Ewlehî da. Midûriyetê di bersiva xwe ya ji bo Parlamenterê CHPê de got: "Ji meha Gulana 2017an pê ve hezar û 660 zarokên sûriyeyî li Tirkiyeyê windayî ne."

    Parlamenterê CHPê Adiguzel di axaftina xwe de got: "Di şerê mezinan de bedela herî giran zarok didin. Tirkiye niha tevlî biyanî û penaberên ku ji Sûriyeyê hatine mahzuvaniya zêdetirî 3 milyon însanî dike. Piraniya van penaberan jî zarok in. Zarokên bêrfeqatjî di nav de divê berjewendiya hemû zarokan were parastin û ji bo gihaştina wan divê astengiyên fizîkî û û rûhî werin rakirin. Heke ev neyê kirin di pêşerojê de wek civak em ê hemû bedêla vê bidin."

    Bi heman mijarî:

    UNICEF: Sala 2016an ji bo zarokên sûriyeyî pir xerab bû
    Îsraîl wê 100 zarokên Sûriyeyî yên sêwî li xwe bigire
    Li Rihayê komeke weliyên xwendekaran: 'Em zarokên Sûriyeyî naxwazin'
    Zarokên Sûriyeyî dixwazin bibin rojnamevan
    Etîketan:
    Rewşa zarokên sûriyeyî li Tirkiyeyê, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê, Onursal Adiguzel, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de