17:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Neteweyên Yekbûyî

    Neteweyên Yekbûyî hejmara sivîlên ku li Reqayê asê mane radihand

    © AFP 2017/ KENA BETANCUR
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Neteweyên Yekbûyî ragihand ku nêzî 50 hezar sivîl li Reqa asê mane û xwarin, vexwarin jî li bajêr gelekî kêm bûne.

    Berdevkê Rêxistina Navneteweyî ya Karûbarên Penaberan a Netewên Yekbûyî (NY) (UNHCR) Andrey Mehaçêk diyar kir ku ne hêsan e çavdêrên wan biçin navenda bajarê Reqayê, lewma nayê zanîn ka bi rastî çend kes asê mane, lê tekez kir ku NY texmîn dike hejmara sivîlan li Reqa, di navbera 30 heta 50 hezar kesî de be.

    Mehaçêk destnîşan kir ku bi sedema wê rewşa li wî bajarî xwarin, vexwarin, derman û pêwîstiyên sereke yên jiyanê gelekî kêm bûne û di heman demê de rê li ber xelkê hatiye girtin ku bi selametî bigihin cihên ewle.

    Andrey Mehaçêk got: "Netewên Yekbûyî hejmara wan kesên ku li Reqayê asê mane, bi 30 heta 50 hezar kesan texmîn dike, ji ber nekarîna serdankirina vî bajarî zehmet e ku hejmareke diyarkirî hebe. Xwarin, vexwarin, derman, û pêwîstiyên sereke yên din ji ber wê rewşa ku heye, kêm bûne. Sivîl hatine bêparkirin ku bi rêya korîdorên ewle ve bigihîjin, cihekî aram, stargehekê û yan jî cihekî parastî.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî piştgirî da agirbesta li Sûriyeyê
    Neteweyên Yekbûyî hejmara milîtanên DAIŞê eşkere kir
    Neteweyên Yekbûyî: Duhî 163 sivîl hatin qetilkirin
    ENKSê li pêşberî avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek li dar xist
    Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî jî wê referanduma Kurdistanê bişopînin
    Etîketan:
    asê, sivîl, Neteweyên Yekbûyî (NY), Andrey Mehaçek
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de