23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevdîtina yekem a Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump

    Piştî hevdîtina Pûtîn û Trump li Sûriyeyê çi guherî?

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Şêwermendê siyasî yê Sûriyeyê û akademisyen Suleyman al Suleyman ji ajansa Sputnike re ragihand ku hevdîtina serokên Rûsya û Amerîkayê rewşa li Sûriyeyê kire dû qonaxên ji hevdû cuda.

    Al Suleyman got: `Berê lidarxistina Lûtkeya G-20ê ya li Hamburgê, raya giştî li hember hikûmeta Sûrî û artêşa wê derdiketin. Her kesî derbarê xeta sor ya kû nabe bê derbazkirin digot, herwiha behsa rawestandina fînansekirina çekan ji bo terorîstan ji alî welatên Kendava Farisî nedihate kirin, ji bilî wê, sînorên Tirkiyeyê bi giştî ji bo çekdarên ber bi Sûriyeyê ve diherikîn vekirîbun. Piştî lûtkeya Hamburgê û lihevkirinên li ser avakirina herêmên kêmkirina rageşiyan, em dibînin kû hewildanên amerîkiyan serneketin û negihêştin armancên xwe`.

    ‘OPERASYONA AMERÎKAYÊ LI DIJÎ SÛRIYEYÊ PÊK NEHAT'

    Şêwermandê siyasî yê Sûriyeyê wiha pê de çû: "Amerîkayê tevî Îsraîlê operasyona leşkerî li hemberî artêşa Sûriyeyê amadedikirin. Lê ev operasyon ji ber belavbûna agahiyên di derbarê amadebaşiya leşkerî û pergala parastina moşekên S-400î ya Rûsyayê pêk nehat."

    Piştî wê, li Hamburgê hevdîtin pêk hat, di wê hevdîtinê de peymana hevkariya di navbera Rûsya û Amerîkayê hate îmzekirin. Li gor gotonên akademîsiyan vê gavê xebata li ser destxistina agirbestê li başûrê Sûriyeyê têne kirin.

    ‘XISTINA BALAFIRA SÛRÎ DEREW E'

    Şêwermend got: "Diyar e rewşa Sûriyeyê ber bi çareserkirina aşîtiyane ve diçe, lê belê artêş her dem amadeye êrîşan têk bibe. Herwiha pispor li ser xistina balafira Hêzên Hewayî leşkerî yê Sûriyeyê li deşta Sûrî jî axivî û vê yeke derewand û wiha pê de çû: Heger li Sûriyeyê bi rastî balafir bihata xistin, wê demê ragihandina fermî ji alî wezareta bervanî ya Sûriyeyê dê bihate belavkirin. Gerek neyê ji bîr kirin kû DAIŞê û `El Nusra` dervayê herêmên kêmkirina rageşiyan in, ew tê wê wetayê kû artêşa Sûriyeyê mafdare li hember wan operasyonên leşkerî pêkbîne."

    Bi heman mijarî:

    Operasyona li dijî DAIŞê ya li Sûriyeyê
    Mistura: Divê kurd jî beşdarî nivîsîna destûra bingehîn a Sûriyeyê bibin
    Neteweyên Yekbûyî piştgirî da agirbesta li Sûriyeyê
    Artêşa Sûriyeyê îstasyona xazê ya `Xeyl` ya Humsê ji destê DAIŞê derxist
    Tillerson: Dibe Tirkiye alîkariya bike ku agirbest li bakurê Sûriyeyê pêk were
    Etîketan:
    krîz, guhertin, hevdîtin, Sputnik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de