23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD - YPG - YPJ

    Li Reqqayê di şerê çend seetên dawî de 23 milîtan hatin kuştin

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 12920

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Reqqayê di şer û pevçûnên çend seetên dawî de 23 milîtanên terorîst ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatin kuştin.

    Li Reqqayê li eniya rojhilat û rojavayê bajêr şevê din pevçûnên dijwar di navbera çekdarên HSDê û milîtanên terorîst ên DAIŞê de rûdan. Çekdarên HSDê li taxa El Diriye ku dikeve herêma rojavayê bajêr derbeyên giran li DAIŞê xistin, di şer de 11 milîtan hatin kuştin û gelek çek û cebilxaneyên wan kete destê HSDê.

    Herwiha li eniya rojhilatê bajêr li taxa Reqqaya Kevn û li taxa Rewda ya bakur rojhilatê bajêr jî di navbera HSDê û DAIŞê de şerekî giran qewimî. Li gorî çavkaniyên herêmî di wî şerî de jî 12 terorîstên DAIŞî hatin kuştin, 2 hawanên 80 mm û hin çekên milîtanan hatin bidestxistin.

    Hat ragihandin ku şerê navbera çekdarên HSDê û terorîstên DAIŞê hetanî berê sibehê dewam kir û di herdu cepheyan de bi tevahî 6 çekdarên HSDê birîndar bûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    HSD li Eyn Îsayê civîna çapemenîyê li dar dixe
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, DAIŞ, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de