02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    HSD

    HSDê kontrola kampa perwerdehiyê ya DAIŞê bidestxist

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 7040

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kontrola kampa perwerdehiyê û baregeha leşkerî ya DAIŞê ku dikeve başûrê Reqayê bidestxist.

    Şervanên HSDê ku hêza sereke ji Yekîneya Parastin a Gel (YPG) pêk tê, kontrola kampa perwerdehî û baregeha leşkeri ya DAIŞê ku dikeve başûrê Reqayê bidestxist. Rayedarê çapamenî yê HSDê Mistefa Balî diyar kir ku kontrola bajaroka El Ûkeyirsî bidestxistine.

    Bajaroka El Ûkeyirsî ku li perevê Çemê Firatê ye û 15 kîlometro dikeve başûrê Reqayê ji aliyê sembolîk ve bo DAIŞê gelek girîng bû. Kampa perwerdehiyê ku navê Ûsame Bîn Ladîn lê hatibû dayîn, di sala 2015an de gelek mîlîtanên xwe ku bi îxaneta rêxistinê sûcdar kiribûn, li kampê înfaz kiribû.

    Herwiha operasyona kontrolkirina Reqayê ku HSDê dabû destpêkirin bi hemû dijawariya xwe dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    Etîketan:
    kamp, kontrol, HSD, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de