08:18 19 Cotmeh 2017
Zindî
    hsd-qsd-hsdê

    Di şer de 9 milîtan hatin kuştin û 100 sivîl ji dorpêçê hatin rizgarkirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Hat ragihandin ku di encama şerê dawî yê li rojava û rojhilatê Reqqayê yê 9 milîtanên terorîst hatin kuştin û zêdetirî 100 sivîl ji dorpêçê hatin rizgarkirin.

    Çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê dawî yê li taxa Kevn a aliyê rojhilatê Reqqayê 4 milîtanên rêxistina terorîst kuştin, wesayîteke bombebarkirî û Navgîneke Hewayî ya Bêmirov hat îmhakirin û hawaneke 120 mm kete destê çekdarên HSDê.

    Herwiha li aliyê rojava yê bajêr li taxa El-Diriyê jî şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Li vir jî 5 milîtanên ku yek ji wan emîr bû hatin kuştin, 2 milîtanên ku bi eslê xwe misrî bûn dîl hatin girtin. Çekdaran li heman taxê zêdetirî 100 sivîl ji dorpêçê rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Reqqayê şerê man û nemanê: 41 kuştî
    Piştî dorpêça bajarê Reqqayê ji aliyê çekdarên kurd, DAIŞê dest bi şewata însanan kir
    Çekdarên kurd ketin bajarê kevn ê Reqqayê
    Li rojavayê Reqqayê şer û pevçûnên dijwar diqewimin: 22 milîtan hatin kuştin
    Piştî şerê 4 rojan taxa Sinaa ya Reqqayê hat kontrolkirin
    Etîketan:
    Operasyona Reqqayê, DAIŞ, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de