11:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê

    Tirkiye êrişî YPGê kir: Mirî û birîndar hene

    © Foto: AA/ İzzet Mazi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30005

    Artêşa Tirkiyeyê bi topên obusan êrişî çeperên YPGê yên li çoltera bajarê Tilrifetê kir. Hate ragihandin ku di encama topbaranê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 5 sivîl jî birîndar bûne, YPGê jî bi moşekan û topên hewanê bersiv dide.

    Li gorî haydariyen ku hatin wergirtin, Artêşa Tirkiyeyê bi topên obusê çeperên YPGê yên li Rojava topbaran dikin, YPGê jî bi roket û topên hewanê bersiv didin.

    Hate diyarkirin ku Artêşa Tirkiyeyê ji ser sînorê bajarê Kilisê ve bi obusan çeperên Yekîneya Parastin a Gel (YPG) yên li çoltera Tilrifetê topbaran dike. Hate eşkerekirin ku topbaran ji saet 15:50an dest pê kiriye û heta niha 7 topên obusê hatine avêtin.

    Hate ragihandin ku di encama topbarana artêşa tirk de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 5 sivîl jî birîndar bûne. Li ser sînorê Kilisê niha tevgerdariya leşkerên tirk zêde bûne û sewqiyata leşkeri jî dewam dike.

    Bajaroka Tilrifetê dikeve başûrê Ezezê û 15 kîlometro dûrî Kantona Efrînê ye û ji aliye stratejik ve jî gelek girîng e.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
    Wezîrê Tirk: Mattis teyîd kir ku Amerîkayê ji neçarî YPG tercîh kiriye
    YPG: Eger êriş li dijî Efrînê bê kirin em ê bersiv bidin
    YPG: Gelek mîlîtan ji ASAyê veqetiyan û beşdarî YPGê bûn
    Etîketan:
    obus, topbaran, YPG, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de