17:36 26 Îlon 2017
Zindî
    Berdevka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed

    Berdevka HSDê: Îdîaya êrişa bi şaşî ya balafirên koalîsyonê ne rast e

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 14840

    Hatibû îdîakirin ku şevê din balafirên koalîsyonê bi şaşî çekdarên HSDê bombebaran kirine û di bombebaranê de 30 çekdarî canê xwe ji dest daye, lê berdevka HSDê ev îdîa derewand.

    Hatibû îdîakirin ku şevê din balafirên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi şaşî çekdarên HSDê bombebaran kirin û di bombebaranê de 30 çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest daye. Îro berdevka HSDê Cihan Şêx Ehmed ev îdîa derewand û got: "Ev agahî ne rast in."

    Li gorî îdîaya çavkaniyên herêmî di êrişa balafirên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi şaşî çeperên HSDê yên li Kelha Reqayê bombebaran kirine û di encamê de 30 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane û 15 jî birîndar bûne.

    Îro Berdevka HSDê Cîhan Şêx Ehmed derbarê vê yeke agahiyek belav kir û got: "Ev nûçe bi temamî derew in. Em ji gelê xwe re dibêjin bila bi van nûçeyan bawer nekin. Berdêl çi dibe bila bibe, dê Reqqa were azadkirin."

    Demek berê hêzên koalîsyonê bi şaşî eniyên HSDê bombebaran kiribûn û di encamê de jî 18 çekdarên HSDê jiyana xwe ji dest dabûn.

    Bi heman mijarî:

    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    Etîketan:
    Berdevka HSDê, Operasyona kontrolkirina Reqqayê, Cihan Şêx Ehmed, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de