14:28 19 Îlon 2017
Zindî
    John Bass

    Ji Amerîkayê daxuyanîya Efrînê bo Tirkiyê: Mafê we heye, lê pêşî Reqa

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10003

    Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê John Bass da xuyakirin, mafê xweparastinê yê Tirkiyê heye, lê berî wê pêwîst e Reqa bê rizgarkirin.

    Balyozê Amerîkayê li konsulxaneya Enqerê bersiv da pirsên rojnamevanan.

    'DIVÊ HEMÛ HÊZÊN LEŞKERÎ HEVKARÎYÊ BIKIN'

    John Bass li ser pirseke rojnamevanan a ser tevgera leşkerî ya Tirkiyê li Sînorê Sûriyê ya ber bi Efrînê ve wiha axivî: "Çend roj berê Tillerson (Wezîrê Derve yê Amerîkayê) derbarê vê yekê de daxuyanî da. Divêm hûn dîsa li wê binêrin. Mebesta me ya yekemîn li Sûriyê paqijkirina DAIŞê ye. Ji bo DAIŞ li Amerîka, Tirkiye, Ewropa û deverên din nebe gef operasyonên me berdewam dikin. Em difikirin ku ji bo koalîsyonê ev pir girîng e. Bi biçûkbûna sînorên DAIŞê re, îhtimal heye hêzên ku li wê derê operasyonan dikin bikevin hesabên din ên şaş. Lewma jî ji bo me ya girîng ew e ku hemû hêzên leşkerî hevkariyê bikin û bi mekanîzmeyên heyî agahiyan bi hev re parve bikin."

    'EM HÊZÊN TIRK ÊN LI SÎNORÊ SÛRIYÊ JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN'

    Bass destnîşan kir ku divê hêzên hevpeymanîyê berî her tiştî li ser Reqayê hûr bibin û li ser tevgera hêzên Tirkiyê wiha got: "Ji bo em niyeta hêzên leşkerî yên tirk bizanin, em ji nêz ve rewşê dişopînin. Em bi awayekî bihêz li pişt mafê xweparastina Tirkiyê ne. Em piştgiriyê nadin ti hêzeke li Sûriyê ku êrîşî Tirkiyê bike. Herwiha divê hemû hêzên koalîsyonê jî pêşî berê xwe bidin ser tunekirina DAIŞê ya paytexta wê ya dawî Reqayê. Li Reqayê Tirkiye jî di nav de ji bo gelek deveran plana êrîşan tê kirin û pêkanîn."

     

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê NYyê: NY ne li dijî encama referandûma Kurdistanê ye
    Dr. Mukarem Talabanî: Ji bo referandûmê pêwîstî bi yasayan û parlamentoyê nîne
    Bi dehan hacker ketin nav îstgeha ‘Volf-Krîk’ a Amerîkî
    Civaknasan li ser seroktiya malbatên Rûsyayê lêkolînek pêk anî
    ‘Amerîkayê qebûl kiriye ku Esad li desthilatê bimîne'
    2 eşîrên Kurd di maça futbolê de bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
    Generalê rûsî yê berpirsê çekên nukleerî îstîfa kir
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de