04:44 19 Çile 2018
Zindî
    A Kurdish fighter from the People's Protection Units (YPG) looks at a smoke after an coalition airstrike in Raqqa, Syria June 16, 2017

    HSDê 75% sûrên Reqayê kontrol kir

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Pêngava kontrolkirina Reqayê ku HSDê dabû destpêkirin didome. Hate ragihandin ku şervanên HSDê ku ev 3 roj in li sûrên Reqayê şerê giran dikin, 75% yên sûran kontrol kirin.

    Hate diyarkirin ku şervanên HSDê xetên parastinê yên herî mezin û bihêz ên mîlîtanên DAIŞê li eniya rojhilata bajarê Reqayê şikandin, hezar û 800 metre yên sûrên dîrokî yên Reqayê kontrol kirin.

    Li gorî haydariyen ku ji herêmê hatin ragihandin, beşê dîrokî yên sûran di encama şerekî dijwar ê 3 rojan de hat kontrolkirin û şervanan ji bo ku ziyan negihe sûran çekên giran bikar neanîn.

    PÊŞVEÇÛNA HSDÊ YA LI TAXA EL-REWDE DIDOME

    Ji aliyekî din ve jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPGê pêşengiya wê dike li taxa El-Rewde bi pêş ve diçin û hindik mane xwe bigihînin depoyên genimê yên bajêr.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    Etîketan:
    kontrol, sûr, DAIŞ, YPG, HSD, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de