17:29 26 Îlon 2017
Zindî
    Petrol - Nef

    'PYDê rêveberîya petrola Rimêlanê da hikûmeta Sûrîyê’

    © REUTERS/ Soe Zeya Tun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20810

    Hat îdiakirin ku rêveberîya kelgeha petrolê ya Rimêlanê ku di bin kontrola Rêveberîya Xweser a PYDê de bû, ketiye destê Hikûmeta Sûrîyê.

    Li gor nûçeya BasNewsê ku dispêre jêderekî herêmî ku nexwestiye navê xwe bide, Rêveberiya Xweser a PYDê û baskê wê yê leşkerî YPGê li bajarê Rêmêlan, rêveberiya kêlgeha petrolê ya wî bajarî bi temamî radestî Rêveberiya kêlgehên petrolê ya Parêzgeha Hesekê ya ser bi Wezareta petrolê ya hikumeta rejîma Sûriyê kir.

    Heman jêderî da zanîn, ew radestkirin ji girêbestên xizmetguzarî, kirînfirotin, mûçeyên karmendan, berhem û veguheztinê pêk dihat û rêkeftina her du aliyan di civîna wan ya roja Sêşema borî (4.07.2017) pêk hatiye.

    'RÛSYA DIXWAZE EFRÎNÊ RADESTÎ HIKÛMETA SÛRÎYÊ BIKIN'

    Di nûçeyê de tê gotin ku radestkirina kêlgeha petrola Rimêlan a Rojava ji aliyê PYDê ve, di demeke wiha de pêk tê ku Rûsya ji PYDê dixwaze bajarê Efînê radestî hikûmeta Sûrîyê bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Nivîskarê kurd Yanliç li Amedê hat binçavkirin
    Şerê li Reqayê dijwar bû: 23 DAIŞî hatin kuştin
    Enqere: Piştî qedexeyê 26 xwepêşander hatin binçavkirin
    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    Hevdîtina Pûtîn û Trump sibe piştî nîvro destpê dike
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Etîketan:
    Suriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de